Mêrsîn xwe ji bo Newrozê amade dike 2026-03-15 10:15:31 MÊRSÎN - Welatiyên xwe ji bo Newroza Mêrsînê amade dikin, daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî kir û banga tevlibûna Newroza ku dê di 22’yê Adarê de bê lidarxistin kirin.    Newroza îsal a Mêrsînê dê di 22’yê Adarê roja yekşemê de li Qada Mitîngê ya Tirmilê bê lidarxistin. Ji bo pîrozbahiyê demekî kin ma û ruhê Newrozê li bajar serwer e. Ji Akdenîzê heta Toros, Tarsus û Bjarê Nû, li gelek tax û navçeyan pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin. Piraniya beşdaran jin û ciwan in. Daxwaza sereke ya beşdaran jî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî ye.    Welatiyên tev li pîrozbahiyên Newrozê bûn, diyar kir ku Newroz roja rizgariyê ya gelê Kurd e û di serî de Newroza Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd pîroz kirin. Welatiyan, hêvî kir ku Newroza îsal bibe Newroza aştî û demokrasiyê. Silavên xwe ji Îmraliyê re şandin û hemû kesên di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Welatiyan, banga tevlibûna pîrozbahiya Newrozê ya 22’yê Adarê kirin.    MA / Abdulkadîr Ayten