Ji bo Newroza Rihayê banga tevlibûnê hate kirin 2026-03-13 16:27:52 RIHA - Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê ji bo pîrozbahiya Cejna Newrozê ya ku dê di 22’yê Adarê de li bajêr bê lidarxistin banga tevlibûnê kir. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo Newroza ku dê di 22’yê Adarê de li Nowa Parkê bê pîrozkirin daxuyanî da. Hevberdevka Komîteya Amedekar a Newrozê Guler Kiliç Polatê diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye desptêkirin ketiye qonaxekî girîng.   Guler Kiliç Polatê bal kişand ser giringiya pîrozbahiyên Newrozê û ev tişt got: “Bi pêşengiya jinan felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ îro îlhamê dide gelên cîhanê. Ciwan li dijî polîtîkayên înkar û bişaftinê hêza herî dînamîk a berxwedanê ye û ji bo civaka demokratîk têdikoşin. Li Rihayê dê bi îradeyekî xurt Newrozê bê pîrozkirin. Agirê Newrozê di roja 22’yê Adarê de dê wekî Îradeya yekitî û azadiya gelan bê vêxistin. Em bangî ciwan, jinan, kedkaran û hemû gelên dilxwazên azadiyê dikin ku werin em yekitî û piştevaniya xwe xurt bikin.”