Şaredariya Peyasê qadên hêşîn veguherandin qadên perestî! 2018-07-26 09:09:59   AMED – Qeyûmên Şaredariya Bajarê Mezîn a Amedê û Peyasê di plana îmarê ya navçeya Peyasê de gelek guherandin pêk anîn û gelek qadên parq, kreş, otoparq û tesîsên civakî wergerandin qadên perestî. Li gorî guhertinê mizgeftên ku bên çêkirin divê navbera wan herî kêm 340 û herî zêde jî 875 metre be. Plansazên bajêr, îtîrazî guhertinan kirin.    Qeyûmên ku tayînê şaredariyên DBP’î yên Şaredariya Bajarê Mezîn a Amedê û Peyasê bûn, di plana îmarê ya navçeya Peyasê de gelek guherandin pêk anîn û tînin. Meclisên her dû şaredariyan ku piştî feshkirina meclisên DBP’ê hatin avakirin û nayên zanîn ku ji kî/ê pêk tên, her meh li hev dicivin û gelek biryarên bêhuquqî didin. Di nav van bêhuquqiyan de ‘Guhertinên ku di plana îmarê ya navçeya Peyasê de pêk tên jî’ hene. Qeyûmê Şaredariya Peyasê û rêveberiya xwe biryar standin ku gelek qadên parq, kreş, otoparq û tesîsên civakî wergerînin qadên perestî û biryarê ji Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re şandin.    PIŞTÎ DAXUYANIYA MIFTÎ HEJMAR ZÊDE BÛ   Muftiyê Amedê Bûrhan Îşleyen sala borî ji ajans û rojnameyên hîzbullahê re axivî û angaşt kiribû ku hejmara mizgeftên li taxên ku nû hatine avakirin, kêm in. Balkêş e piştî van daxuyaniyên muftî di gelek civînên meclisan de daxwaza guhertinên planên îmarê zêde bûn û her wiha gelek guhertin jî pêk hatin. Piraniya guhertinan li taxa Firatê ya ku muftî jî îşaret pê dike pêk hatin. Li gorî daneyên muftîtiyê li navenda navçeya Peyasê ku gelheya wê 253 hezar 323 kes e 106 mizgeft hene.    BIRYAR Û DAXWAZÊN ŞAREDARIYA PEYASÊ   Di dirokên cuda de ji aliyê Midûriyeta Bajarvanî û Hawirdorê ya Şaredariya Peyasê ve bi armanca ku gelek qadên parq, kreş, otoparq û tesîsên civakî veguhezin qadên perestî proje hatin amadekirin. Projeyên ku hatine amadekirin piştî erekirina meclisa Şaredariya Peyasê pêşkêşî meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatine kirin.   Hin deverên ku Şaredariya Peyasê dixwaze û veguherandiye cihên perestî (îbadet) navê ada, parsêl, dîrok û biryara wan wiha ne;    * Taxa Peyasê navçeya Peyasê, adaya 2454, parsela hejmara 1 (dîrok 06.09. 2017 – hejmara 1662) 1/5000 Plana Îmarê ya Nazim (PÎN) ji qada parqê wergeriya ye qada perestî;   * Taxa Peyasê navçeya Peyasê, adaya 1730, parsela hejmara 1 (dîrok 06.09.2017 – hejmara 1663 -1/5000 PÎN) ji qada parqê wergeriya ye qada perestî;   * Taxa Peyasê navçeya Peyasê, adaya 1768, parsela hejmara 1 (dîrok 06.09.2017 - hejmara 1663 -1/5000 PÎN) ji qada parqê wergeriya ye qada perestî;   * Taxa Peyasê navçeya Peyasê, adaya 1827, parsela hejmara 1  (dîrok 06.09.2017 – hejmara 1663 -1/5000 PÎN) ji qada parqê wergeriya ye qada perestî;   * Taxa Peyasê navçeya Peyasê, adaya 1847, parsela hejmara 1 (dîrok 06.09.2017 - hejmara 1663 -1/5000 PÎN) ji qada parqê wergeriya ye qada perestî;   * Taxa Peyasê navçeya Peyasê,  adaya 1894, parsela hejmara 1 (dîrok 06.09.2017 - hejmara 1663 -1/5000 PÎN) ji qada parqê wergeriya ye qada perestî;   * Taxa Peyasê navçeya Peyasê, adaya 854, parsela hejmara 3 (dîrok 21.11.2017 - hejmara 2267 -1/5000 PÎN) ji qada parqê wergeriya ye qada tesîsa civakî;   * Taxa Peyasê navçeya Peyasê, adaya 1787, parsela hejmara 1 (dîrok 28.12.2017 - hejmara 2806 sayı-1/5000 PÎN) ji qada parqê wergeriya ye qada perestî;   * Taxa Peyasê navçeya Peyasê, adaya 1794, parsela hejmara 1 (dîrok 21.02.2018 - hejmara 504 -1/5000 PÎN) ji qada parqê wergeriya ye qada tesîsa sporê;   * Taxa Peyasê navçeya Peyasê,  adaya 8022 (dîrok 12.03.2018 - hejmara 602 -1/5000 PÎN) otopark alanından ibadet alanına;   * Taxa Peyasê navçeya Peyasê, adaya 151, parsela hejmara 29 (dîrok 12.03.2018 - hejmara 605 -1/5000 PÎN) ji qada parqê wergeriya ye qada perestî;   * Taxa Peyasê navçeya Peyasê, adaya 890, parsela hejmara 1 (dîrok 13.03.2018 - hejmara 627 - 1/5000 PÎN) ji qada parqê wergeriya ye qada tesîsa civakî;    METREYÊN NAVBERA MIZGEFTAN   Balkêş e di biryara ku ji Serokatiya Daîreya Bajarvanî û Îmarê ya Şaredariya Bajarê Mezin re hatiye şandin de navê hemû taxan wek Peyas hatiye destnîşan kirin. Mizgeftên ku tê plankirin piraniya wan li taxa Firat û pişt Lûna Parqê bên çêkirin dê navbera wan jî herî kêm 340 û herî zêde jî 875 metre be.   ŞAREDARİYA BAJARÊ MEZIN JÎ GUHERTIN XWEST   Ji bilî daxwaz û biryarên li jorê, Şaredariya Bajarê Mezin jî xwest li hin deveran daqên olî û perestî bên çêkirin.    Deverên ku Şaredariya Mezin guhertina wan xwestiye wiha ne;   * Di civîna meclîsê ya di 10’ê sibata 2017’an de mulkiyeta li ser navê Weqfa Orfîoglu Şeyh Saadettînî Cebbavî adaya 1732 qeydkirî û parsela hejmara 1’ê ya 2000 metrekare ji bo olê bê tesîskirin.    * Di civîna 6’ê nîsana 2017’an de hejmara 549’an a mulkiyeta li ser navê Weqfa Orfîoglu Şeyh Saadettînî Cebbavî qeydkirî taxa Peyasê navçeya Peyasê adaya 1757’an parsela hejmara 1’ê qada kreşê bûye û veguheze qada perestiyê.   * Di civîna 8’ê gulana 2017’an de hejmara 548’an a mulkiyeta li ser navê Weqfa Orfîoglu Şeyh Saadettînî Cebbavî qeydkirî, taxa Peyasê navçeya Peyasê, adaya 1822’an  parsela hejmara 2’an beşeke qada çandê veguheze qada olê.   * Di civîna 8’ê hezîrana 2017’an de hejmara 549’an a mulkiyeta li ser navê Weqfa Orfîoglu Şeyh Saadettînî Cebbavî qeydkirî, taxa Peyasê navçeya Peyasê, adaya 1757’an parsela hejmara 1’ê qada kreşê veguheze qada perestiyê.   * Hejmara 960’an taxa Peyasê navçeya Peyasê adaya 303 parsela hejmar 1’ê ya aîdî pêkanînê bi guhertina plana îmarê hemû parsel veguheze mizgeftê.    * Hejmara 1018’an a mulkiyeta li ser navê Xezîneya Darayiyê qeydkiriye adaya 1424’an parsela hejmara 1’ê ya li taxa Uçkuyu ya navçeya Yenîşehîrê di plana îmarê ya nazimê de qada tesîsa civakî veguheze qada perestiyê.   GUHRTINA PLANA 3 CIHAN JI MECLISÊ DERBAS BÛ   Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin di civînên ku demên cuda li dar xist de daxwazên li jorê kiriye rojeva xwe û nirxandiye. Di van civanan de meclisê daxwaza guhertina plana 3 cihan qebûl kiriye û biryar daye ku qadên li jor qala wan tê kirin wergerin qadên perestî. Bi sepandina plana îmarê re dê li van her sê cihan jî perestgehên olî bên avakirin.    Her wiha hat ragihandin ku ji 18 deverên ku daxwaza guhertina plana wan a îmarê hatiye kirin 15 dever hatine rojeve meclisê, lê nayê zanîn ku guhertina wan hatiye erêkirin an na. Li gorî hin çavkaniyên ku nehatine teyîtkirin ji bo her 15 deveran jî plana îmarê hatiye guhertin.    PLANSAZÊN BAJAR ÎTÎRAZ KIRINE   Plansazên bajar Fatma Buşra Cîzrelîoğullari Sadak, Haknas Sadak, Evin Mercan, Serhat Ozhan, Zeynep Kûtlû, Çetîn Aydin,  Berîvan Guneş, Osman Aybar, Berîvan Dûrak û Abdullah Sevînç biryara Midûriyeta Bajarvanî û Îmarê ya Şaredariya Peyasê ya ji bo parsêlên hejmara yek a adaya 1730, hejmara yek a adaya 1768 û hejmara yek a adaya 2454’an ku derbasî sepandina plana îmarê bûn e îtîraz kirin. Plansazên bajar bi bîr xistin ku guhertina ku pêk hatiye li dijî rêgezên bajarvanî û esasên plansaziyê ye. Her wiha plansazên bajar xwestin ku guhertinên pêk hatine bên îptalkirin.