2 HDP’î li Edeneyê hatin binçavkirin 2018-07-25 17:13:51   EDENE - Li Edeneyê di serdegirtina malan de 2 endamên HDP’ê hatin binçavkirin.    Di serdegirtinên malan ên navçeyên Seyhan û Karataşê yên Edeneyê de, endamên Partiya Demokartîk a Gelan (HDP) Mehmet Akdag û Alî Çelîkten hatin binçavkirin. Akdag û Çelîkten ên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Karataş tên girtin.