Li Pasûrê operasyonek berfireh hat destpêkirin 2018-07-25 17:09:36 AMED – Piştî li gundê Eskar û 7 mezrayên wê yên girêdayî navçeya Pasûrê qedexe hat îlankirin operasyon hat destpêkirin.    Walîtiya Amedê serê sibê li gundê Eskar û 7 mezrayên wê yên girêdayî navçeya Pasûra Amedê “qedexeya derketina derve” îlan kiribû. Piştî qedexeyê li herêmê operasyona leşkerî ya berfireh hat destpêkirin. Hat zanîn ku ev çend roj in li asîmanên vê heremê SÎHA û ÎHA digerin. Hat ragihandin ji Qereqola Panag a li gundê Agaçkorur û Tabura Komando ya Cendermeyan herêm tê topbarankirin û helîkoptêr bombebaran dikin.    Hat gotin yekîneyên leşker û cerdevanan li nokteyên stratejîk yên herêmê tên dayîn. Nehat zanîn ka piştî operasyonê pevçûn derketine an na. Welatiyên herêmê ragihandin ku ji ber operasyon û bombebaranê bi endîşe ne.    Li herêmê bi piştevaniya operasyona hewayî li bejahiyê operasyon didome.