Denîz Gezmîş li Cizîrê qedexe ye! 2018-07-25 13:57:31 ŞIRNEX – Zarokekî 14 salî ku tîşortê li ser wêneyê Denîz Gezmîş lê bû, ji aliye polîsan ve pêşiya wî hat girtin û jê gefa ku careke din tîşortê Denîz Gezmîş li xwe neke hat xwarin.     Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan pêşiya zarokê 14 salî B.D. ku tîşortê wêneyê Denîz Gezmîş li sere hebû girtin û gefa ku carake din heman tîşortî li xwe neke xwarin. D.B. têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku polîsan duh pêşiya wî girtiye û jê pirsên ‘Kesê ku wêneyê wî li ser tîşortê heye tu ew nas dikî? Te ev jê kuderê anî?’ kirine û ev tişt got: “Piştî van pirsan ji min re gotin ku careke din em vî tîşortî lê te nebînin. Qedexe ye.”