Şîfreya telefona Rojîn Kabaîşê nehate vekirin! 2026-03-10 12:39:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku telefona Rojîn Kabaîşê ku ji bo lêkolînê ji Spanyayê re hatibû şandin, şîfreya wê nehatiye vekirin.     Telefona Rojîn Kabaîşê ku ji bo berfirehkirina lêpirsînê ji Spanyayê re hatibû şandin, şîfreya wê nehat deşîfrekirin.   SEROKÊ BAROYA WAN'Ê: EM DIŞOPÎNIN   Serokê Baroya Wanê Sinan Ozaraz ku der barê biryarê de ji MA'yê re axivî, got: "Em pêvajoyê bi baldarî dişopînin da ku dosyeyê zelal bikin û rastiya maddî derxînin holê. Lêkolîna bêkêmasî û piştrastkirî ya daneyên dîjîtal di eşkerekirina rastiya maddî de pir girîng e. Ji hêla teknîkî ve, em ê hewl bidin ku çi hewce be bikin. Em dosyeyê ji nêz ve dişopînin."   MA / Adnan Bîlen