Waliyan li Pasûr û Nisêbînê ‘qedexe’ îlan kir 2018-07-25 12:14:58 AMED/MÊRDÎN – Walitiya Amedê li gundê Eskar û 7 mezrayên wê yên girêdayî Pasûrê û Walîtiya Mêrdîna jî li 2 gundên navçeya Nisêbînê “qedexeya derketina derve”  îlan kir.  Walîtiya Amedê bi hinceta operasyona leşkerî li gundê Eskar û 7 mezrayên wê yên navçeya Pasûra Amedê “qedexeya derketina derve” îlan kir. Qedexeyê di saet 11.00’an de destpê kir. Navên cihê qedexe lê hat îlankirin wiha ne: Gundê Eskar û mezrayên Şeyhsalih, Nedrehuş, Mezrasor, Simetok, Dalideri, Akçana û Dêrik.    LI NISÊBÎNÊ DU GUND HATIN QEDEXEKIRIN    Walîtiya Mêrdînê jî li gundên Kurikêstîlîlê û Hebîsê yên girêdayî navçeya Nisêbina Mêrdînê “qedexeya derketina derve” îlan kir. Walîtiyê ragihand ku operasyon bi hinceta “operasyona leşkerî” îlan kirine û heta fermana duyem dê bidome.    Hat zanîn ku li herêma her du gundên qedexekirî bi tevlîbûna leşker û cerdevanan û desteka hewayê operasyon hat destpêkirin.