Ji 7 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin 2018-07-25 10:53:32   STENBOL  - Li Bagcilarê, ji 7 kesên berî 4 rojan di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin 3 jê hatin girtin. Nermîn Uzun a di serdegirtinê de xwe ji şibakê avêtibû û birîndar bûbû û 3 kesên din bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Li navçeya Bagcilara Stenbolê, polîsên TEM’ê berî 4 rojan bi ser malê de girtin û 7 kesên binçav kirin di saetên şevê de derxistin Edliya Stenbolê. Di serdegirtinê Nermîn Uzun xwe ji şibakê avêtibû û di canê wî de şikestin pêk hatibû. Uzun piştî îfade dozger bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza Sulhê ya 10’emîn a Stenbolê hat kirin. Dadgehê bi heman hincetê, bi şertê kontrola edlî Uzun serbest berda. Uzun a ling û parsûyên wê şikiyan, diyar kir ku dê li malê dermankirina xwe berdewam bike.    3 KES HATIN GITIN    Kadîr Ertaş, Yakup Şahîn û Ozcan Akkurt ên di çarçoveya heman dosyayê de hatibûn binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve bi îdîaya “Yekgirtina welat û yekitiya dewletê xerab kirin” û “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Ekrem Toprak, Nîhat Fîlîz, Nevzat Aktîn jî bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” bi şertê kontrola edlî hatin berdan.