Polîs hîna jî kurê wê yê kuştin pirs dikin 2018-07-25 10:25:00 ŞIRNEX - Esmer Çikmaz a bi dimînên xwe yên xirqeyek parçebûyî kirî destê xwe û got “Min keça xwe ji cilên wê nas kirin” di aqilan de mayî, berî ku şîna keça xwe Yasemîn bigire, vê carê jî bi agahiya kuştina kurê xwe Vahap ê li Hezexê diheje. Çikmaz, diyar kir ku ligel 2 sala bi ser kuştina kurê wê re derbas bûn jî, polîs hîna jî pirsa kurê wê dikin.    Esmer Çikmaz a bi dimînên xwe yên xirqeyek parçebûyî kirî destê xwe û got “Min keça xwe ji cilên wê nas kirin” di aqilanê me de mabû. Çikmaz, xirqeyê ku nîşan dida yê keça wê Yasemîn a 16 salî bû û ew di qedexeyên derketina derve ya Cizîrê, di bodruman da winda kir. Çikmaza berî ku şîna keça xwe Yasemîn girê bide, vê carê jî bi agahiya kuştina kurê xwe Vahap ê li Hezexê hat kuştin qehir bû.    Çîroka Çikmaz jî dişibe ya gelek jinên di qedexeya derketina derve de hatin koçberkirin. Di sala 1990’î de mîna gelek malbatan, gundê Çimaz û malbata wê ya li Çiyayê Gavarê tên şewitandin. Li ser vê yekê neçar dimînin koçî Cizîrê bikin. Lê li Cizîrê jî êrîşên li ser wan bi dawî nabin û Çikmaz, du zarokên xwe Yasemîn û Vahap di nêvengek wiha de wiha da dike.    'JI MALÊ DERKET Û ÇAREK DIN VENAGERIYA'   Yasamîn xwendekara pola 10’emîn bû û berî qedexeya li Cizîrê dest pê bike, ji bo hevalên xwe bibîne ji malê derdikev û carek din venagere malê. Dayik Çikmaz tiştên dûre pêk tên, wiha vedibêje: “Di roja 25’emîn a qedexeyê de, kesek li derdora me nema. Em jî çûn cihek cuda. Gava keça min ji malê derket got ‘ezê herim gel hevalên xwe.’ Ji ber qedexeyan marketên li ser cadeyan ji bo 2 saetan vekirî diman. Gava em ji malê derketin xwest ji malê cilên xwe bigire. Qedexe hebû, lê cadeya giştî nehatibû girtin. Di wê navberê de min xwest pirsekê ji kesekê ser cadê bikin, ew jî derbasî aliyê din ê cadê bû. Ji wê kêliyê û şûn de êdî min Yasemîna xwe nedît.”    'MIN KEÇA XWE NASNEKIR'    Çikmaz û cîranên wê, ji bo keç û kesên di bodrumê de mayîn xelas bikin dikevin nava hewldanan, lê vê carê gule li wan tê reşandin.  Dayik Çikmaz, di 3’yê Sibata 2016’an de ji çapemeniyê fêr dibe ku keça wê Yasemîn bi giranî birîndar bûye. Piştî teqîna 7’ê Sibatê, Yasemîn jiyana xwe ji dest dide. Çikmaz gava behsa wan kêliyan dike, bi hestiyar dibe û ji kesên bûn sedam mirina keça wê wiha dibêje: “Xwedî heqê me ji van zaliman re nehêlê. Di 27’ê Sibatê de me bihîst ku cenaze li nexweşxanê ne. Min keça xwe nas nekir. Weke ku Laylon li ser heliya bûn. Me cenazeyê xwe, dibin çekên lûle dirêj de defin kirin.”    POLÎSAN KURÊ WÊ YÊ KUŞTIN PIRSÎN    Birê Yasemîn a hat kuştin Vahap wê demê li Hezexê bû. Vahap li dayîka xwe digere û ji bo negirî li ber dilê wê dide. Çikmaz a herî dawî van gotinên kurê xwe Vahap dibihîse, çend meh şûnde cenazeyê wî digire.  Çikmaz a 2 zarokên xwe widan dike, dîsan zext û êrîşên li ser wan bi dawî nabe. Çikmaz dema şîna keça xwe Yasemîn girê da bû polîs tên mala wê û pirsa kurê wê Vahap ê kuştibûn kir û gotin lêgerîna wî heye. Çikmaz li ser vê yekê bersiva “We kurê min kuşt” dide polîsan. Lê ligel vê yekê jî polîs 2 sal şûn de dîsan li malbata Çikmaz digerin û pirsa kurê wê dikin.    'EM Ê ZAROKÊN XWE JI BÎR NEKIN'    Çikmaz, axaftina xwe ya dinavbara polîsên kurê wê pirs kirin de, wiha vegot: “Ji ber ku li Amedê derbarê Vahap de biryara lêgerînê hatibû vekirin, pirsa li kuderiyê ji me kirin. Min ji wan re got ‘Ma hûn çi dixwazin? We wî kuşt. Gelo hûn çi ji min dixwazin?’ Ji xwe me cenazeyê wî teşhîs kiriye. Ma evqas ne bese.’ Dure polîs çûn.”   Çikmaz, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji salên 90’î heya roja îro me rojek xweş nedît û agahiyek xweş negirt. Heya ku Kurd nebin yek, ev êş dê berdewam bikin. Zarokên me yên biçûk tiştên hatin jiyîn dê tu carî ji bîr nekin û emê jî qet ji bîr nekin.”    MA / Zuhal Atlan