25 sal e agahî jê nayê girtin 2018-07-25 10:20:12 ENQERE – Mehmet Pehlîvan (10) di 1993’an de li Edeneyê ji bo simîtan bifiroşe ji malê derket û carek din agahî jî nehat girtin. Malbat 25 sal e li benda hatina Mehmedê biçûk e.    Li gorî Îstatîstîkên Adlî yên Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK) di navbera 2008-2016’an de 104 hezar û 531 zarok winda bûne. Li gorî daneyan her sal nêzî 13 hezar zarok winda dibin. Li Tirkiyeyê gelek zarokên winda bûn carek din nehatin dîtin. Yek ji van zarokên winda bûn û qet nehat dîtin Mehmet Pehlîvan ê 10 salî yê li ser nifûsa Licê ya Amedê ye.    Malbata Pehlîvan ji Licê koçî Edeneyê dike û dema Mehmed winda dibe 10 salî ye. Ji wê rojê vir ve tu agahî jê nehat girtin. Hemû hewldanên malbatê yên lêgerînê bê encam man. 25 sal e malbat qet bê hêvî nema û ji bo agahî ji zarokê xwe bigirin xebata xwe domandin. Piştî windabûnê malbatê gilîkirina windayînê kir û dosyeya Pehlîvan li qereqolê winda bû û di dosyeyê de jî tu pêşketîn çênebû. Malbatê carek din serlêdana windabûnêkir û dosye ji nû ve hat vekirin û malbat li ser meyda civakî û platfromên cûr bi cûr ve dixwaze xwe bigîhîne şopa zarokê xwe.    25 SAL E ÇAVÊ WAN LI RÊ YE   Birayê Pehlîvan, Ramazan Pehlîvan diyar kir ku birayê wî ji bo simîtan bifiroşe ji malê derdikeve û got: “Carek din venegiriya malê. Çavê me li riya wî qetiyan.” Pehlîvan got ew li ser medya civakî bi navê hesabê "Mehmet Pehlivan'ı arıyoruz (Em li Mehmet Pehlîvanê windayî digerin)" li birayê xwe digerin.    Dayika Pehlîvan, Fîkriye Pehlîvan a 65 salî anî ziman ku 25 sal e ew çav li rê ye kurê wê bê malê û li derî bixe û bi vê xeyalê dijî.    MA / Hayrî Demîr