Li Qada El Neimê ya Raqqa weşana zindi 2017-10-19 11:23:48 REQQA – Şervanên YPJ'ê piştî Reqqa ji DAIŞ'e zirgar kirin beriya ku îro daxuyaniyê bidin Qada Neîma ku DAIŞ'ê wekî "Qada Mirine" bi nav dikir, bi dîmenên rengîn xemilandin. Şervanên YPJ'ê beriya daxuyaniye bidin dest bi şahiyê kirin. Çapemeniya BBC, Reuters, AFP, CNN, AP, Washington Post û gelek xebatkarên çapemeniyê li qadê weşana zindi dikin     Sûriyeya Demokratîk (QSD) piştî şerê 135 rojan Reqqa ji destê DAIŞ'ê azad kirin, dest bi amadekariyên daxuyaniyê dikin. Bi sedan endamên Yekîneyên Parastina Jin’an (YPJ) li qada El Neîm ku DAIŞ'ê wekî "Qada mirinê" pênase dikir, dest bi xemilandina qadê kir. Şervanên YPJ'ê alên YPG, YPJ, QSD û posterê mezin ê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakirin. Li qadê ala mezin a Yekîneyên Jinan a Şengalê (YJŞ) bilind kirin. Şervanên YPJ'ê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana YPJ’ê”, “ Bijî berxwedana Şengal’ê”  ketin qada El Neimê. Beriya daxuyaniyê bê dayîn, endamên çapemeniyê yên BBC, Reuters, AFP, CNN, AP, Washington Post li qadê kom bûn û li benda daxuyaniyê ne. Li qadê Fermandara Jin a operasyonê Rojda Felat û Clara Rakka jî hatin Reqqa. Li bendê ye ku daxuyanî bi kurdî û tirkî bê xwendin.    MA / Nazım Daştan