Maxdurê KHK’ê: Ji têrkirina zik re ne pêwîste tu memûrbî 2018-07-25 09:22:05   DÎLOK - Endezyarê Înşaetê Şahîn Bulent ku maxdurê KHK’ê, destnîşan kir ku kesên KHK  amade kirin negihîştin armanca xwe û got: "Heke derd têrkirin zik be bi çi awaya dibe bila bibe mirov dê xwe têr bikin. Ji bo vê ne pêwîste mirov bibe memurê dewletê."    Bulent Şahînê endezyarê înşaatê memûrê Şaredariya Navçeya Şehît Kamîl a Dîlokê bûn. Ew jî wek hemû maxduran bi Biryareke Hukmê Qanûnê (KHK) ya 701’ê bê ku hincetek diyar bike ji karê ku 26 sale dikir hat avêtin û bû maxdurê KHK’yê. Şahîn destnîşan kir ku kesên dixwestin bi KHK’yan bigihîjin hin hedefan bi ser neketin. Armanca hewildanan ev e ku bi van biryaran bandor li kesên di nava gel de bi nasnameya muxalîf tên nasîn bikin.    ‘BI BIRÇÎ HIŞTINÊ KES TERBIYE NABE’   Şahîn vegok ku bi KHK’yan kesên hatibûn ceribandin careke din ceribandin. Gelek kes berê jî ji kar hatibûn durxistin. Heke armanc têrkirina zik be kesên ku berê ji kar hatin durxistin bê ku ji fikrê xwe tawîz bidin bi rengek çareya têrkirina xwe peyda kirin. Bo vê jî kesên xwest bi KHK’ê hin encaman bi dest bi xwin bi ser neketin û wiha pêde çû: “Bi birçîbûnê terbiye kirin û bi helwesta, ‘mêzekin em nanê we didin’ netîceyek bi destê xwediyê xwe nexist. Heke armanca mirovan têrkirina zik be ji xwe zikê xwe bi her awayî kare têr bike. Ji bo vê ne pêwîste mirov biçe bibe memûrê dewletê. Ez dibêjim, biser neketin. Lê kesên KHK’yan derdixin dibêjin ‘em biser ketine’. Difikirin ku derbeyek li kesên ji kar hatine durxistin xistine. Kesên ji kar hatine durxistin çiqa xwedî helwesteke nirxdarbin jî xwediyê KHK’yan  dê bêjin, em bi ser ketine û me baş kiriye.”   NE BÊ XEYALBIN   Şahîn anî ziman ku desthilatdarî ji bo hemû dengên muxalefetê bibire hemû riyan ji bo xwe rewa û mubax ditin û Şahîn destnîşan kir ku a girîng ev e kesên hatine durxistin çi dikin û çewan têdikoşin û wiha got: “Divê kesên hatine îxrackirin liber xwe bidin û têkoşîna xwe xurt bikin. Dema têkoşîna huquqê dede divê neçe li rexek rûnenê. Bi quncikek jiyanê bigre, bo ku xeyalên xwe karibe ava bike têkoşîna xwe bidomîne. Di nav bêzariya bandora KHK’yan de destê xwe ji sar û ger vekişîne û li quncek li benda siberojê bimîne û ji jiyanê bixeyîde ne rast e.”   ‘JIYAN BÊ HÊVÎ NAMEŞE’   Şahîn da zanîn ku 8 meh û nîve ji kar hat durxistin. Heta niha tu sedem nîşan nekirin. Ez difikirim ku bi arastekirina Şaredar û cîgirê wî ji kar hatim durxistin. Di destê min de daneyeke şênber nîn e lê ligorî daneyên heyî ez wisa guman dikim û Şahîn gotina xwe wiha bidawî kir: “Di dawiya pêvajoya hiquqê dê sedemê durxistina ji kar jî dê derkeve holê. Lê di encama pêvajoya hiquqê de biryara rast derkeve an dernekeve ne diyar e. wisa be jî hêvî nebe jiyan jî dê berhewa be. Ez bi hêvime. Jiyan bê hêvî nameşe.”