Daneyên Walîtiyê têkçûna turîzmê dide nîşan 2018-07-25 09:08:27 ANTALYA - Di 3 salên derbas bûyî de hema bêje turîst nehatin Antalyayê. Îsal her çiqas bi kampanyayên taybet bên Antalya jî lê esnaf bêzar in. Esnafan got ê qezenc dikin otelên mezin û acente ne.    Li Tirkiyeyê yek ji navendên turîst xwe jê dikişînin Antalya ye. Di 2 salên dawî yên Rewşa Awarte (OHAL) de ji ber turîst nehatin Antalyayê gelek esnaf û otelan derabeyên xwe girtibûn. Hikûmeta AKP’ê dixwaze bi kampanyayên taybet û teşwîqên taybet turîstan bikişîne Antalyayê û vir zindî bike. Medyaya AKP’ê her çiqas nûçeyan çêbike û li Antalyayê rekora hatina turîstan nîşan bide jî, lê hemû turîst sezonê di otel û acenteyan de tengav kiriye.    JIMAREYA DANEYAN WÊNEYÊ TÊKÇÛNA TÛRÎZMÊ YE    Li gorî daneyên Walîtiya Antalya ya turîzman têkçûyî wiha ne: “Di 2015’an de di xeta derveyî welat de 61 hezar û 774 balafir danîne û hejmara rêwiyan jî 10 milyon 875 hezar û 464 kes, di  2016’an de hejmara balafirên hatine 38 hezar û 62 hebin û 6 milyon 162 hezar û 832 turîst hatine, di 2017’an de 53 hezar û 661 balafir danîne û 9 milyon 738 hezar û 962 turîst hatine û herî dawî jî li gorî du mehên 2018’an 607 balafir danîne û 208 hezar û 17 turîst hatine.”    Miduriyeta Turîzm û Çandê ya Antalya her çiqas ji bo îsal hejmara turîstên li bendê ne 14 milyon nîşan da jî lê heta niha 6 milyon 365 hezar û 279 turîst hatine Antalyayê.    TURÎST HEMÛ LI OTELAN E   Turîstên Rûs, Elman, Kazak û Ereb ên ji bo betlanê tên Antalyayê bi riya acenteyan wan arasteyî otelên mezin dikin. Turîst nikarin ji otelan derkevin û hemû tişt di nav de bi 110 û 130 dolarî betlaneya xwe dikin. Turîst dan û stendina xwe li navendên dan û stendinê  dikin û ji esnafên li derve tiştekî nakirin.    Yên karê turîzmê dikin û nexwestin navên xwe bidin diyar kirin ku îsal di hejmara turîstan de zêdeyî heye û ji ber li Tirkiyeyê turîzm erzan e turîstên Rûs û ji welatên Rojhilata Navîn tên Antalyayê tercîh dikin. Esnafan jî got turîstên tên Antalyayê ji wan dan û stendinê nakin û her çiqas hejmara turîstan zêde bûbe jî lê belê ji wan sûd nagirin.    ACENTE QEZENC DIKIN    Serokê Federasyona Otelvanên Tirkiyeyê (TUROFED) Osman Ayik jî anî ziman îsal ew li benda 40 milyon turîstî ne werin û serdema bi pirsgirêk a 2015 û 2016’an ji ser xwe avêtine.    Serokê Şaxa Sêndîkaya Kar a Turîzmên Şoreşger (Dev Turîzm Îş) a Antalyayê Mustafa Safvet Yahyaoglu jî got tijebûna otelan baş e lê bes ev rêje bandorek neyînî li ser Antalyayê nake. Yahyaoglu da zanîn ku ji ber turîst ji otelan dernakevin pere xerc nakin û ji ber turîzma erzan a li Tirkiyeyê yên qezenc dikin turîst û acenteyên mezin ên turîzmê ne.