ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2018'AN 2018-07-25 09:00:42     *  Karkerê înşaetê Remzî Varsak, îdîa kir ku polîsan ew kirin odeyeke Şaredariya Lîcê, pirs jê kirine û ajantî ferzî wî kirin. Varsak, piştî bûyerê serî li Şaxa ÎHD’a Amedê da û derbarê Alîkarê Serokê Şaredariya Lîcê Îsa Gonultaş, xwediyê Şîrketa Reel Yapi Veysî Doman. û 3 polîsên ajantî ferzî kirin de, serî  li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da.    * Esmer Çikmaz a bi dimînên xwe yên xirqeyek parçebûyî kirî destê xwe û got “Min keça xwe ji cilên wê nas kirin” di aqilan de mayî, berî ku şîna keça xwe Yasemîn bigire, vê carê jî bi agahiya kuştina kurê xwe Vahap ê li Hezexê diheje. Çikmaz, diyar kir ku ligel 2 sala bi ser kuştina kurê wê re derbas bûn jî, polîs hîna jî pirsa kurê wê dikin.      * Bêrîvanên ji bo dotina pezên xwe rojê du caran li qaseya kamyonatê siwar dibin û diçin zozanên Derêla, dinava çiyan asê de bi mirinê rû bi rû re rêwîtiyê dikin.    * Di 3 salên derbas bûyî de hema bêje turîst nehatin Antalyayê. Îsal her çiqas bi kampanyayên taybet bên Antlaya jî lê esnaf bêzar in. Esnafan got yê qezenc dikin otelên mezin û anente ne.    * Piştî çarmedorên Girava Dana ya Sîlîfkê ya Mêrsînê niha jî li peravê Anamur û Aydincikê amadekariya çêkirina 32 çewlîgên masiyan tên kirin. Li dijî çêkirina çewlîgên masiyan di nava gel de nerazîbûn û  bertek zêde dibin. Gelên  heremê diyar dikin ku çewlîgên masiyan hawirdorê qirêj dikin û ji ber vê jî turîst nayên herêmê û gotin : "Ji bilî vê jî dê xesarê bidin segavên Behra Sipî û reqên ku bi tunebûnê re rû bi rûne.    * Malbata Karabaş di bin kelekela rojê de îsotên tuj bi ben ve dikin û hişk dikin. Malbatê, diyar kir ku ew zirareke mezin ji bihabûn û zama tê kirin dibînin û gotin: "Lê piştî ku em dolmê hişk kirî dixwin û çêja wan dikeve devê me, zirarê ji bîr dikin. Em keda destê xwe ji çêja dolman distîn in.”   * Aktivîstê Komeleya Ekolojiya Amedê Guner Yanliç, diyar kir ku biryara Danıştayê ya li ser projeya HES a Newala Munzurê  serkeftina hêza birêxistin a gel e û got: "Heke helwesata birêxistina li Dêrsimê ji bo HES’a Newala Munzirê hat nîşandan li Amed û Êlihê ji bo Hevsel û Heskîvê bê nîşandan dê heman serkeftinê bi dest bixe."    * Endezyarê Înşaetê Şahîn Bulent ku maxdurê KHK’ê, destnîşan kir ku kesên KHK  amade kirin negihîştin armanca xwe û got: "Heke derd têrkirin zik be bi çi awaya dibe bila bibe mirov dê xwe têr bikin. Ji bo vê ne pêwîste mirov bibe memurê dewletê."    * Niştecihê gundê Şemika (Karataş) a Şemrexê li dijî Etî Bakir A.Ş. a di araziyê wan de madena fosfat derdixe têdikoşin û ji bo raya giştî û derdorên hesas alîkarî bidin têkoşîna wan bang kirin û gotin: “Ji ber xebat û xesarên kana fosfatê her diçe qada me ya jiyanê tê tengkirin.”   * Endamê Desteya Rêveberiya TÎHV’ê Prof. Dr. Umît Bîçer diyar kir ku OHAL tenê li ser kaxizê hatiye rakirin û got: “Em hêjî zextên OHAL’ê hilm dikin.”    Şaxa SES'ê ya Amedê, têkildarî qanûna toba ya li Meclîsê tê nîqaşkirin, dê li avahiya  sendîkayê  daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)