Nûçegihanê me Çaglar hat berdan 2018-07-24 16:52:46   MEREŞ - Nûçegihanê me Ergîn Çaglar ê li Mereşê di lêgerîna rê de hatibû binçavkirin, piştî îfadeya wî hatin girtin, hat berdan.    Nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Ergîn Çaglar ê ji navçeya Pazarçika Mereşê diçû Edeneyê di lêgerîna nokteya leşkerî de bi îdîaya “Li dijî qanûna leşkerî derketin” derbarê wî de lêgerîn heye hatibû binçavkirin. Çaglar ê birin Fermandariya Leşkeriyê ya Pazarcikê, piştî îfadeya wî hat girtin, sewqî dozger hat kirin. Dozger îfadeya Çaglar girt û dûre serbest berda.