38 girtiyên sewqî Girtîgeha Patnosê hatin kirin, hatin îşkencekirin 2017-10-19 11:06:42 AMED- Hat diyarkirin ku 26 girtiyên ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê û 12 girtiyên ku ji Girtîgeha Tîpa L a Rîzeyê sewqî Girtîgeha Patnosê hatine kirin, bi lêgerîna tazî, derbkirin û îşkenceyê re rû bir û mane.  Hat diyarkirin ku 26 girtiyên ku di 10’ê Cotmehê de ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Girtîgeha Patnosa Agiriyê hatin kirin, ji ber di têketina girtîgehê lêgerîna tazî qebûl nekirine hatine derbkirin û îşkencekirin. Arîf Akkaya, bavê girtiyê bi navê Remzî Akkaya, diyar kir ku dema ew pê hesiyan xizmên wan hatine sewqkirin, bi rojan ew hîn nebûna ka sewqî kîjan girtîgehê hatine kirin.    Bav Akkaya, anî ziman ku kurê wî bi riya telefonê li wan geriyaye û diyar kiriye ku wan sewqî Girtîgeha Patnosê kirine û wiha domand: “Dema hevalekî wan dixin hucreyê ew li hemberî vê yekê dertên. Ji ber vê lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin. Got ku 26 kes yeko yeko hatin tazîkirin û kincên wan hatin desteserkirin. Paşê jî gardiyan ew derb û îşkence dikin.”    Akkaya, diyar kir ku ev pêkanîn bêedaletî ye û wiha bertek nîşan da: “Tu mekanîzmayeke parastinê ya zarokên me tune ye. Leşker û gardiyan wan derb dikin. Piştî hefteyekê şûnde em hîn dibin ka li kuderê ne. Bi pêkanînên ku rûmeta mirov bin pê dikin re rû bir û dimînin.”  Her wiha hat diyarkirin ku ji Girtîgeha Tîpa L a Rîzeyê jî 12 girtî sewqî Girtîgeha Patnosê tên kirin û li vir bi lêgerîna tazî, derbkirin û îşkenceyê re rû bi rû dimînin.  Akkaya, der barê van pêkanînan de serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê da.