Hevşaredar Kaya: Ez sûcdar bim, qeymeqam jî sûcdar e 2018-07-24 12:43:02     MÊRDÎN- Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya di danişîna 6’emîn a dozê de derket pêşberî dadger. Kaya parastina xwe kir û got: “Kamyonên di dosyeya min de cih digirin, me li ser fermana qeymeqamiyê kamyonan şand taxê. Wê demê qeymeqam jî sûcdar e.”    Hevşaredara navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Sara Kaya ya di 13’ê çileya 2017’an de li Nisêbînê di serdegirtina malê de hat binçavkirin û 14 roj şûnde hat girtin, 6’emîn danişîna doza wê li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin. Kaya bi îdiaya “Yekîtiya dewletê xera kiriye” tê darizandin û cezayê muebetê jê re tê xwestin. Kaya ji Girtîgeha Tîpa T’ya Wanê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzer û rêvebirên HDP’ê yên Mêrdînê danişîn şopandin.    Kaya di danişînê de parastina xwe kir û wiha got: “Min cara pêşî parastina xwe bi kurdî kiribû. Lê tercûman wergera wê şaş kiribû. Ez di 2014’an de beriya ku bibim hevşaredar, di gellek karên cuda de xebitîm. Li cihên ez xebitîm tu carî doz li min nehatin vekirin. Di vê dozê de kamyonên ku cih girtine, min bi fermana Qeymeqamê navçeyê şandin taxa Firatê ku wê demê qedexe lê hebû. Min bi tenê fermana ku dabûn min bicih anî. Li Nisêbînê careke din qedexeya derketina derve destpê kir û ez wê demê ne li Nisêbînê bûm. Ger ku ew komyon sûc in wê demê TIR’ên ku li serê kolanan bûn, xwediyên wan jî sûcdar in. Ji ber ku wan TIR’an rê girtibû. Ji ber ku ez seroka şaredariyê bûm û fermana dabûn min bi cih anî. Wê demê qeymeqamê ku wê fermanê dabû min jî sûcdar e. Ez 19 meh in girtî me. Dema ez 19 salan di şaredariyê de xebitîm tu pirsgirêk tunebû. Lê çibû ku ez sûcdar hatim dîtin. Ger ku ez sûcdar im wê demê ez ê neçûma li gel midûrê emniyetê û qeymeqam û min ê ji bo bajarvaniyê (kentsel) hevdîtin nekira. Ez mexdûr im û dixwazim ev mexdûriyeta min bi dawî bibe. Ez tahliye û berata xwe dixwazim.”   Pişt re parêzerên Kaya parastinên ku bere kiribûn dubare kirin û xwestin ku miwekîla wan bê berdan.    Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara dewama girtina Kaya da û danişînê taloqî 21’ê îlonê kir.