‘Bawerî û çanda Elewî li ber qirkirina nijadî ye’ 2018-07-24 09:30:30   DÊRSIM – Elewî û rûspiyên Elewiyan li dijî zagona malên  Elewiyan Cemê dixwaze bike fermî û dê muçe bide seyîdên Elewiyan bertek nîşan dan û gotin: "Baweriya Elewîtiyê di tengasiyê de ye. Bi qirkirineke çandî û baweriyê re rû bi rûne. Dê bi zangonan Mala Cem veguherînin mala Îrfanê.   AKP piştî 24’ê Hazîranê ji bo ku statuya fermî bide Malên Cem ê Elewiyan û Pîrê Elewiyan bike memûrê dewletê yê bi muçe û pasapor a kesk bide wan pêşnûmeqanûn amade kire. Lê li henber vê her diçe berteka Elewiyan zêde dibe.    Kesayetên pêbawer ên Elewî bo ku pêşnûmeqanûna li ser statuya Elewiyan hatiye amadekirin biaxivin civiyan. Di civînê de gotin ku ew li dij pêşnûmeqanûnêne. Armanc dikin bi Pîrên sexte çand û baweriya Elewî bidin ber qirkirinê û ji rê derxin. Paşê jî bikin gopala destê Zihniyete Nemrûdî. Kesayetên pêbawer yên Elewiyan di civînê de bang li wan kesên ku li ser navê Pîrê Elewiyan çûne û ji bo muçe bistînin serî li dewletê dane kirin û ji wan xwestin ku vegerin ser Riya Heq.    ‘RÊXISTINEKE NE ELEWÎ AVA DIKIN’   Hevseroka Komaleya Elewiyên Demokrat (DAD) Selda Güneş diyar kir ku desthilatdarî dixwaze li gor xwe hin elewiyan bigre kontrolê. Di ser wan de mohra xwe li binê afirandina baweriyeke ‘nû’ ya Elewî ya li gor berjewendiyê xwe bixe. Ew birêxistinkirina modeleke din a çand û baweriya ne Elewî re rûbirûne û Guneş wiha got: “Navê rêxistina ‘Riya Heq’ Ocax in. Muşrît, Pîr, Raywer û Talib  Ocaxan birêve dibin. Heke ji bo Elewîtiyê tiştek bê kirin jî pêwîste li van cihên pîroz biryar bên girtin. Piştî Dedeyên bi diplome derketin di baweriya Qizilbaşiyê de pêvajoyeke cihê derket  holê û hat jiyîn.  Tê xwestin tiştê dixwazin bikin bispêrin me jî. Em wek DAD vê red dikin. Elewîtî ne ev e.”   ‘ELEWÎTÎ DI TENGASIYÊ DE YE’   Guneş vegot ku ew bi Elewîtiyeke xwedî baweriya beton re rûbirûne û wiha pêde çû: “Armanc dikin  Elewîtiyê bikin yek dilq (tîp). Baweriya Elewî di ewqa badîreyan de derbas bû lê tu dem wek îro rewşeke xirab nejiya. Elewîtî nabe ku xwar be. Ew xwar, rast dike. Sed mixabin ku em divî serdemê de bi hin Dedeyên ku zilma dewletê qebûlkirine re rûbirûne. Em tengasiyê de ne. Xizir alîkarê mebe.”   ‘NABE KU DEDE JI DEWLETÊ RE BIBIN PÎNE’   Guneş gotina xwe wiha dirêj kir: “Em razî nabin ku baweriya Elewî di destê dewletê de bibe navgîn. Em restur nedin. Divê dewlet ji qadên baweriyan destê xwe vekişîne. Dewlet nikare çarçoveya baweriyan pênaseke. Divê wan naske. Dedeyên qewl dane baweriya xwe jî divê qewlê xwe ji bîr nekin. Ne karê wan xwe ji dewletê re bikin pîne. Qewlê Heq li ser razîbûnê pêşkêşî civakê bikin. Heke ew riza civakê negrin ew dê bikevin rewşeke xeternak. Ji ber vê jî demek leztir vegerin ser Heqîqetê.”   ‘BAWERIYA ELEWÎTIYE LI BER QIRKIRINÊ YE’   Pîr Zeynel Kete jî aşkera kir ku hişmendiya civaka Elewî ya Riya Heq ocax in. Pêwîstiya ocaxan bi feraseta desthilatdar nîn e û ew xwe bi xwe kare xwe ava biken û wiha got: “Dema qetlîaman de Pîr û Dede li henber zilmê dest kirin xwe. Wan riya xwe bi fikra Heq diyar kir. Bixwestana karibûn hîcredê ser sofra neheq jî bike. Lê ew zanibûn riya wan ne riya neheqane. Bo ku xwediyê vê ferasetê bûn Kerbelayê jiyan. Di rewşa heyî de Riya Heq tengasiyê de ye. Di zorê de ye. Elewî bi tinebûneke çand, bawerî û fizîkê re rûbirûne.”   MA / Semra Turan