'Trambus zirarê dide hebûna dîrokî ya Rihayê’ 2018-07-24 09:13:35   RIHA - Serokê Şaxa ŞPO ya Rihayê Mehmet Selîm Açar, diyar kir ku projeya Trambusê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê çêkiriye zirarê dide vehûna dîrokî ya bajêr û li şûna vê projeyê pergala havaray a plana mastir pêşniyar dikin.    Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê di 30’ê hezîrana 2017’an de dest bi xebata projeya Trambus kir û etaba ewil a vê projeyê hat asta dawî. Ev proje wek 4 etaban hat plankirin. Etaba ewil a projeyê ji 7 hezar û 736 mîtroyî pêk tê. Navenda vê veguhezandinê herêma muzeler e. Xebata projeya 2’yemîn, 3’yemîn û 4’emîn didome. Li bendê ye etaba yekemîn a projeyê di rojên pêş de bê vekirin. Dirêjahiya tevahiya projeyê ji 844 kîlo mîtroyî pêk tê. Xeta trambusê di Abîde, Gola Masiyan, Herêma Xanên Dîrokî, Muzeya Rihayê, Kolana Dîvanyolu, Pasaja Kapakli û Bulwara Ataturkê de derbas dibe. Xeta trambusê ya di şûngehên dîrokî de derbas dibe saziyên hawîrdorê endîşe dike.    ‘DIVÊ EWIL PLANA MASTIR ÇÊBIKIRINA’    Serokê Şaxa Odeya Plansazên Bajêr (ŞPO) a girêdayî TMMOB’ê Mehmet Selîm Açar der barê projeyê de axivî. Açar diyar kir ku pêwîste çûnehata bajêr li şûna projeyên bi vî rengî li gorî plana mastirê çêbikin û got: “Îhtîmala ku ku projeyên bi vî rengî têk biçin heye. Me gellek caran şaredariyê hişyar kir. Ev proje ewil di 1882’an de li Berlînê dikeve meriyete. Du re li Îtalya, Fransa û Ewropaya Navîn tê bikaranîn. Binesaziya van welatan ji bo vê projeyê anîn halê guncav. Lê van welatan jî bi salan berê dest ji vê teknolojiyê berda.”    ‘PROJE DÊ NEYÊ ŞIXULANDIN’    Açar anî ziman ku vê projeye cara ewil di salên 1960’an de li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê dest pê kir û lê vê projeyê rê liber qezayên trafîkê û rê li girtina trafîkê vedikir. Açar got dê ev proje li Rihayê neyê şixulandin.    ‘ZIRARÊ DIDE VEHÛNA DÎROKÎ YA BAJÊR’    Açar destnîşan kir ku projeya trambusê ji ber kolandinê û çêkirina rawestgeh û têlên hatine kişandin xweşikiya bajêr xera kiriye û got: “Zirarek mezin dide vehûna (doku) dîrokî ya bajêr. Projeyên dê zirarê nedin dîroka bajêr hene. Lê çênekirine. Li şûna projeya trambusê ku dê zirarê nede vuhûna bajêr plana mastir a çûnehatê dikaribûn çêkirina. Em jî pergala havaray pêşniyar dikin.”    MA / Erdogan Alayumat