Îstîsmara ku bi nameyê derket holê 2018-07-24 09:11:39   BURSA - Xwendekara lîseyê Y.Ç. (18) bi nameyekê ji mamosteyê xwe yê rêberê re ragihand ku ji 8 saliya xwe ve rastî destdirêjiya bav, zava, xizm û hevalekî bavê xwe tê.    Derket holê ku Y.Ç. a 18 salî ya li navçeya Osmangazî ya Bûrsayê dijî, ji 8 saliya xwe heta niha rastî destdirêjiya bav, zava, xizm û hevalekî bavê xwe tê. Ev wehşet bi rêya nameya ku Y.Ç. ji mamosteyê xwe yê rêberê re nivîsand, derket holê. Y.Ç. di nameya xwe de hemû tiştên ku hatine serê wê vegot. Piştî mamoste nameya Y.Ç. radestî dozgeriyê kir, derbarê bûyerê de bi awayekî lez û bez lêpirsîn hat detpêkirin.    DI POLA DUYEMÎN DE RASTÎ ÎSTISMARÊ HATIYE   Y.Ç. di nameya xwe de diyar dike ku di pola duyemîn a dibistana seretayî de rastî îstîsmara bavê S.Ç. (51) hatiye û ev tişt tîne ziman: “Bavê min heta pola 8’emîn min îstîsmar dikir. Geh li malê geh jî li deverên dibistan ku min bi wesayîtê dibir îstîsmar dikir.   Y.Ç. di nameya xwe de destnîşan dike ku ji xeynî bavê xwe rastî îstîsmara zavayê xwe A.Y. (61) ku li navçeyê dikanderiyê dike jî hatiye. Y.Ç. da zanîn ku bavê wê her tim ew biriye cem hevalên xwe û zavayê wê A.Y. gelek caran ji bo ku wê îstîsmar bike, gef lê xwariye. Y.Ç. di nameya xwe de diyar dike ku zavayê wê A.Y. jî heta salo borî îstîsmarê wê kiriye.    PIŞTGIRÎ XWEST RASTÎ ÎSTÎSMARÊ HAT   Y.Ç. di nameya xwe de destnîşan dike ku dema tiştên hatine serê wê ji xizmê xwe S.K. (63) re vedibêje û jê piştgiriyê dixwaze, rastî tacîza wî jî tê. Y.Ç di berdewama nameya xwe de anî ziman ku piştî demek şûn de xizmê wê S.K. jî wê îstîsmar dike. Y.Ç. di nameya xwe de destnîşan dike ku çend caran rastî îstîsmara hevalê bavê xwe E.U. (52) jî hatiye. Y.Ç. di nameya xwe de dibêje  dema li hemberî  E.U derketiye E.U çûye dibistana wê û ew bi fuhûşê sûcdar kiriye.     Y.Ç. her wiha di nameya xwe de aşkera dike ku bavê wê S.Ç., zavayê wê A.Y., xizmê wê S.K. û hevalê bavê wê E.U. ji temenê wê yê zaroktiyê ve gelek caran alkolê pê dane vexwarin.   GILÎ KIR    Piştî ku ji aliyê dozger ve lêpirsîn hat destpêkirin, Y.Ç. çû îfade da û derbarê her çar îstîsmarkaran de bû gilîdar. Di çarçoveya lêpirsînê de bav S.Ç., zava A.Y., xizm S.K. û E.U. hatin binçavkirin û ifadeyên wan hatin girtin. Her çar îstîsmarkaran jî sûcên li hemberî xwe qebûl nekirin û angaşt kirin ku Y.Ç. bi rêza wê îstîsmar kirine.    Li nexweşaxaneya Dewletê ya Yalovayê mueyneya tipî ya Y.Ç. hat kirin û hat tespîtkirin ku Y.Ç. rastî îstîsmarê hatiye. Li ser vê yekê bav S.Ç., zava A.Y., xizm S.K hatin girtin û E.U jî bi şertê ku ji derve de bê darazandin, hat berdan.    MA / Yasîn Kobulan