Ji bo înfazê asteng bikin çûn, lê 10 sal ceza li wan hat birîn! 2017-10-19 11:01:06   AMED – Di doza ku der barê biraziyên Mehmet Şîrîn Kocakaya ku li ber çavê malbata wî bi îşkenceyê hat kuştin, hatibû vekirin de biryar hat daxuyandin. Dadgehê bi îdiaya ku operasyon û peywira leşkeran asteng kirine bi giştî 10 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li zarokan birî.    Di 30’yê Hezîrana 2016’an de di operasyona leşkerî ya li mezrika Mehlê ya gundê Kerwas a Liceyê de Mehmet Şîrîn Kocakaya (31) li ber çavê malbata xwe bi îşkenceyê hatibû kuştin. Di bûyerê de zarokên bi navê O.K. (17), B.K. (16). D.K. (16) û M.K. (17) xwestibûn rê li ber mirina apê xwe bigirin û mudaxileyî şewata li gund bikin. Lê belê ji ber vê liv û tevgera zarokan, der barê wan de doz hatibû vekirin û biryara ji bo zarokan hat daxuyandin.  Dayik, xizm û xwişk û birayên Kocakaya jî di nav de, 4 jê zarok bi giştî 32 kes ji ber vê bûyerê hatibûn binçavkirin. Ji van kesan 1 jê zarok 15 kesên hatibûn girtin paşê hatin tehliyekirin. Doza ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê 28 kesan de vekir û 32 sal cezayê girtîgehê xwest de, li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Amedê tê dîtin.    Serdozgeriyê ji ber ku temenê wan di biniya 18’and e ye, dosyeya O.K. (17), B.K. (16). D.K. (16)  û M.K. (17) ji dosyeya dozê veqetand û der barê zarokan de doz vekir. Di îdianameya doza ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Amedê tê dîtin de, her çar zarok bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê”, Muxalefeta li hemberî Qanûna Îdareya Bajêr a Jimare 5442’yan”, “Astengkirina peywirê” û “Propagandaya rêxistinê” tên tawanbarkirin û der barê wan de ji 9 sal û nîvan heta 25 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Lê belê di îdianameyê de bi tu awayî nayê diyarkirin ku xizmê her çar zarokan Şîrîn Kocakaya çawa û ji aliyê kê ve hatiye kuştin.    Piştî darizandineke salekê, biryar hat daxuyandin. Ji ber ku zarok çûne cihê bûyerê, dadgehê wan bi “alîkariya rêxistinê dikin” tawanbar kir. Dadgehê li her zarokekî 5 sal ceza birîbû, lê belê ev ceza daxist sal û 10 meh û 6 rojan. Ji ber tawanbariya “astengkirina peywira hêzên ewlehiyê” jî dadgehê herkê 6 meh ceza li zarokan birî û bi îdiaya bereksê qanûna jimare 5442’yan tevgeriyane jî meh û 20 roj ceza birî. Dadgehê bi giştî 10 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li zarokan birî. Her wiha zarok ji doza ku bi tawanbariya “propagandaya rêxistinê” der barê wan hatibû vekirin de jî beraat kirin.