'Em weke gul in' 2018-07-24 09:07:23   ŞIRNEX- Emîne Çagira ku bi wêneya keça xwe Cemîle ya ku di dîwêr de daliqandî sebra xwe tîne, diyar kir ku ew ê tu car ji bîr neke û got: “Em mîna gulane. Tim  rastî û mafane diparêzin."   Çavên wê weke Rûbara Dîcle bûn. Di xemgîniyê de çavên wê dibûn rengê qehweyî, di kenê de dibûn kesk. Carna di kurahiya vegotina Cizîrê de asê diman û wek nedxwest ji wê û wêde here. Lê cardin xwe komê serhev dikir û didomand. Di çapameniyê de di despêka qedexeyên li Cizîrê de wek dayîka cenazeyê keça xwe di sarêncê de veşêrt cih gink,   GOTUBÊJÊN GIRAN Û ÇAYA BI DEM    Min pir dixwestin ku wê nas bikim. Hem ji ber mereqa mina rojnamegeriyê û hem jî mindixwes ez jê hînbibim ka çewan karibûn wê êşa giran di dilê xwe de hilgire. Bi kurdî baş nizanim. Ji ber fikara famkirinê ligel Hevalê Rojnamegerê Cizîrê em çûn mala wê ya li Taxa Cudî. Li eywanê bi rûyê ken me pêşwazî kir. Ji nişka ve em çûn. Lê qe şaşwaz nebû. Ji xwe li Cizîrê wisa ye. Dema tu biçî mala hinekan  pirsa “Vana ji ku ve derketin?” nakin. Bi rûyê ken, vegotinên germ û bi çaya nû hatî demkirin mirov pêşwazî dikin. Ê me jî wisa bû.   Emîne Çagirga bi navê "Cizîr" deng li keça xwe Cemîle dikir. Wî  bi veşartina cenazeyê keça xwe ya di sarincê de cihê xwe di neqebên asê yên mejiyê mirovan kola. Cemîlaya 13 salî li Cizîrê di serdema destpêke ya qedexeyên derketina kolanan de bi guleyek ha kuştin. Cagirga got: “Min di wê şevê de cenazeyê keça xwe kir hemêza xwe û razam.”   3 SALÊN DERBAS BÛN    Ew roj û îro, 3 sal derbas bûn. Di vê demê de, zextên li ser malbata Çagirga kêm nebûn. Bab Ramazan Çagirga çen car hildigirin binçavan û berdidin. Di binçavkrina dawî de tê girtin û li ser itiraza parêzeran tê berdan. Emîne Çagirga dibêje "Li gel ku di ser qedexeyê de 3 sal derbas bû jî dert û tengasî kêm nebûn, yek rojeke me jî aramî nedî." Ji ber kul û kederên dît niha nexweşa pençeşêrê ya pêsîrê ye. Pêsîra wê ya çepê ji ber nexweşiyê jê kirin. Bo derman bike, di navbera Amed û Cizîrê de rê dipîve.    GUHARÊN CEMÎLEYÊ VEŞARTIYE   Çagirga, kula keça xwe bi wêneya wê ya li eywanê darve kirî dikewîne û wiha pêde diçe: "Her roj ez têm eywanê. Wêneyê di cihê wê de dibînim. Bêriya wê dikim.” Wek diyariya keça xwe ya Cemîleyê jî guharên wê veşartiye.    'ROJÊN XWEŞ DÊ BÊN'   Got ku ew dê qe ên jiyî ji bîr neke. Cagriciya ku di serdema 90'î de ji malbata xwe 7 kesan winda dike. tişta ku wê li ser linga dihêle baweriye û bi vê hevokê xwe tîne ziman: "Ez bawer dikim ku dê rojek hesabê êşa ku bi me dane jiyîn dê ji kiryaran bê pirsîn. Çi dibe bila bibe emê karibin li ber bisekinin. Hêviya min a ji Xweda qe qut nebû. Dê dema rojên xweş jî bên. Û em dê ji kesên van êşan bi me dane jiyîn hesab bipirsin.”   'WEK GULÎ'   Çağirga; bersiva pirsa min a ‘Ev 3 salên çûn te çewan derbas kir?’ wiha da:  "Bo ku em her dem ji bo heq û rastiyê ne wek gul in.”   MA / Zuhal Atlan