ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2018'AN 2018-07-24 09:03:25     * Li Antalyayê komeke ku ji bo mezaxtineke adil û xwezayî hatin gel hev Cıvata Xwirek a Antalyayê avakirin. Civat piştgirî dide hilberînerên biçûk û ew ji bo hilberîneriya xwirek a adil û xwezayî teşfîq dike.   * Karkerê înşaetê Remzî Varsak, îdîa kir ku polîsan ew kirin odeyeke ya Şaredariya Lîcê, pirs jê kirine û ajantî ferzî wî kirin. Varsak, piştî bûyerê serî li Şaxa ÎHD’a Amedê da û derbarê Alîkarê Serokê Şaredariya Lîcê Îsa Gonultaş, xwediyê Şîrketa Reel Yapi Veysî D. û 3 polîsên ajantî ferzî kirin de, serî  li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da.     * Endama Meclîsa Ekolojiyê ya HDK’ê Fatoş Osmanagaoglu diyar kir ku şewata daristanan bi qestî pêk tên û got: “Şewat tenê ne daristanan, bandorê li hemû ekosîstemê dike. Ev texrîbat rê li ber hişkayî û lehiyê vedike.”    * Xwendekara lîseyê Y.Ç. (18) bi nameyekê ji mamosteyê xwe yê rêberê re ragihand ku ji 8 saliya xwe ve rastî destdirêjiya bav, zava, pismam û hevalekî bavê xwe tê.    * Serokê Şaxa ŞPO ya Rihayê Mehmet Selîm Açar diyar kir ku projeya Trambusê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê çêkiriye zirarê dide vehûna dîrokî ya bajêr û li şûna vê projeyê pergala havaray a plana mastir pêşniyar dikin.    * Polîs mudaxeleya çalekiya protestoya xwendekarên Zanîngeha Egeyê ya ji bo mirina 301 xebatkarên kana komirê ya Somayê kiribûn û di mudaxele û êrişa polîsan de avahiya Dibistana Bilind a Zimanê Biyanî xesar dît. Rektorê Zanîngehê cirma xesara polîs pêk aniya li 38 xwendekarên çalekiya protestoyê pêk anî birî . Ji xwendekaran xwest ku avahiya zanîngehê 338 hezar 860 TL xesar dîtiye û cirma xesarê bidin.    * Karkerê înşaetê Mustafa Karakuyu piştî qezaya kar derbas bike xwest gilî bike, lê karsazan jêre gotin 'Çi pêwîst be ewê bikin' û ew asteng kirin. Lê berî ku Karakuyu baş bibe û bêdarmankirin, karsazan ew dan xebitandin. Ji ber vê yekê Karakuyu niha xeteriya divê bê emeliyat kirin dijî.   * Elewî û rûsipiyên Elewiyan li dij zagona malên Cem ê Elewiyan dixwaze bike fermî û dê muçe bide seyîdên Elewiyan bertek nîşan dan û dan zanîn ku Baweriya Elewî di tengasiyê de ye. Bi qirkirineke çanî û baweriyê re rû bi rûye. Dê bi zangonê Mala Cem veguhêzin û bikin mala Îrfanê.   * Di Şirnexa ku qaşo OHAL lê rabû de, li navendê 6, li Cizîrê 8, li Basa 2, li Silopî 4, li Elkê 3, li Qilaban 2, li Hezexê 4 û bi giştî 29 nokteyên kontrolê yên polîsan hene û hîna ligel qadan qedexe heye.     * Emîne Çagira ku bi wêneya keça xwe Cemîle ya ku di dîwêr de daliqandî sebra xwe tîne, diyar kir ku ew ê tu car ji bîr neke û got: “Em mîna gulane. Tim  rastî û mafane diparêzin."   * Şandeya HDP û KCD'ê, dê li navçeya Pirsûsa Rihayê malbata Şenyaşar a endamên wê ji aliyê xizmên parlamenterên AKP'ê yê Riha Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin, ziyaret bike. (12.00)   * Şaxa Komeleya Mafê  Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, li avahiya şaxa xwe rapora  6 mehan a derbarê binpêkirinên mafan ên li girtigehan di dema OHAL'ê de hatin jiyîn, dê eşkere bike. (12:30)