Şaredariya Çinarê 152 kîlometre rê ya gundan çê kir 2017-10-19 11:00:35   AMED – Şaredariya Çinarê, di çarçoveya xebatên xwe yên riyên gundan de ji sala 2014'an heta niha 152 kîlometre rê çê kiriye.    Şaredariya Çinarê, xebatên xwe yên çêkirina riyên gundan didomîne. Sala çûyîn bi giştî 152 kîlometre kolan û kuçeyên gundan hatine temamkirin û xebatên xwe yên di vî warî de didomîne. Şefê Karên Fenê Mehmet Burhan Arzu, der barê xebatên ku li gundê Ortaşarê didomin agahî dan. Arzu, diyar kir ku ew herêm bi herêm xebatên xwe bi rê ve dibin û di çarçoveya xebatan de wan 70 hezar ton malzeme bi kar aniye.