KCD: Li dijî dagirkirina Başûr roj roja yekîtiyê ye 2017-10-19 10:55:48 AMED – KCD’ê dagirkirina gelek navendên Herêma Federe ya Kurdistanê ya ji aliyê Heşdî Şabî ve pêk hat şermezar kir û li ser van geşedanên li Başûr û Rojava banga yekîtiyê kir û got ku roj roja yekîtiya netewî ye. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî dagirkirina Kerkûk û gelek navendên Herêma Federa ya Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya KCD’ê wiha ye:    “Erdnîgariya Rojhilata Navîn ji ber domandina sîstema zilma dagirkeran û şerê îktîdarê, nakokî û şer berfireh dibe û ji ber vê yekê her tim rewşa şer dijî.   Hêzên dagirker ên herêmî ku tehemulî referandûma serxwebûnê ya gelê Başûrê Kurdistanê ku ya herî rewa ye nekirin, hemû  nakokî, gengeşî û ‘dijminatiya’ di navbera xwe de danîn aliyekê li ser dijminatî û dijberiya kurdan tifaqa şer avakirin.  Îran, Tirkiye û hikûmeta navendî ya Iraqê ku serkêşiya vê tifaqa şer a dijberî kurdan dikin, li hemberî hemû destkeftiyên kurdan seferberiya şerê topyekûn dane destpêkirin. Armanca wan ew e ku nehêlin kurd bibin xwedî statû.   Hêzên çekdarî yên tirk ku amadehiya dorpêçkirin û êrîşkirina Efrînê dike û bi vê re li ser biryara hikûmeta navendî ya Iraqê, artêşa Iraqê û rêxêstina bi navê Heşdî Şabî ya wekî DAIŞ’ê ye êrîşî bajarê Kerkûkê û gelê kurd kirin. Ev di bingeha xwe de şerê topyekûn a li hemberî hemû destkeftiyên gelê kurd e. Em van êrîşên bi armanca ku kurdan ji Kerkûkê derxînin û Kerkûkê bê kurd bêhilin bi tundî şermezar û lanet dikin.    Gelên wekî kurd, tirkmen, ereb u gelên din bi hezaran salan li Kerkûkê bi hev re dijîn. Kerkûk bajarekî ku di aliyê gelan de xwedî nasnmeyeke dewlemend û pirçandî ye. Baş tê zanîn ku heke hêzên dagirker û navendî derve destwerdanî bajar nekin, wê gel û baweriyên din ên li vî bajarî dijîn wekî bira di çarçoveya statu û hiqûqî de bi hev re bijîn û bi awayekî demokratîk xwe bi rêve bibe.   Hikûmeta navendî ya Iraqê û artêşa wê bi êrîşên dawî re hişt ku careke din feraseta dagirkeriyê derkeve holê. Li kîjan parçeyên Kurdistanê dibe bila bibe, gelê me bi gelê xwe yê li dîasporayê re bi hev re û bi piştevanî û hêza dostên xwe li hemberî wêrankirin û dagirkeriyê bibin yek û wê li ber xwe bidin .   Divê hemû hêzên pêşmergeyên başûrê Kurdistanê kêmaniyên di êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê derketin holê bibînin û bi dîsîplîneke mezin, wêrekî û xwebaweriyê dikarin êrîşên dagirkerinê vala derxînin. Vîn, piştevanî û biryarbûna ku gelê me di vî alî de derxistiye holê bingeha misogeriya serkeftinê ye. Lê belê ji ber ku hikûmeta federal a başûrê Kurdistanê vîneke xurt danaynî holê,  hêzên pêşmerge bêyî li ber xwe bidin ji Kerkûk û cihên din ên kurdan radestî  Heşdî Şabî kirin. Ev yek neheqiyeke mezin a li hemberî vîna gelê me, piştevaniya heta niha dane pêşmergeyan û dîroka berxwedana her çar parçeyên Kurdistanê ye.    Ev rewşa heyî, divê hemû partiyên siyasî û derdorên demokratîk ên kurdan di demeke nêzîk de bên cem hev û helwesteke hevpar nîşan bidin. Astengiyên li pêşiya Yekîtiya Neteweyî ji holê rakin û bi lez û bez yekîtiya xwe ya neteweyî di bin banê saziyekê de bînin cem hev.   Roj ne roja ku teslîm bûn û vekîşinê ye. Roj roja bi berxwedan û têkoşînê hemû destkeftiyên xwe berdêla wê çi dibe bila bibe biparêzin û mezin bikine.  Li ser vê bingehê em bang li hemû gelê me, gelên herêmê û civaka navneteweyî dikin ku bi gelê başûrê Kurdistanê re di nava tevkariyê de bin.”