'Ez bi gopal jî bimeşim, ez ê vî barî li pişta xwe bikim' 2018-07-23 10:19:23 ŞIRNEX – Dayik Husna Arslan bi kedek gewre 8 zarokên xwe mezin dike. Du zarokên wê di qedexeya derketina derve ya li Cizîrê jiyana xwe ji dest didin. Cenazeyê kurê wê Saît tê veşartin lê cenazeyê Hacer nayê zanîn li ku ye. Dayik Arslan li benda cenazeyê Hacerê ya di jêrzemînan de jiyana xwe ji dest dabû ye. Dayika Husna Arslan a dilşewat li ser gora kurê xwe van gotinan dibêje: “Barê te daye ser milê xwe ez ê li ser pişta xwe bikim. Ez neçar bimînim û li ser gopal jî bimeşim, ez ê dîsa vî barî li pişta xwe bikim.”    ZAROKÊN XWE BI KEDEK BÊHEMPA MEZIN DIKE   Arslan jî wek bi sedan jinên herêma Botanê di biçûkatiya xwe de barê giraniya jiyanê li ser pişta xwe dike. Li gundekî qûntara Çiyayê Gabarê mezin dibe û hêj bêyî ji zarokatiya xwe têr bibe di 13 saliya xwe de tê zewicandin.    Dayik Arslan hêj biçûke ducanî dimîne û lê di heman demê de li kolanan bi zarokatiya xwe jî şa dibe. Bi kurê xwe Saît hêj ducaniye koçî Cizîrê dikin. Piştî welidandina ewil karkeriya demsalî dike û li zeviyan pembo berhev dike û çapê dike. 8 zarokên xwe bi kedek dirêj a bi salan mezin dike. Dewlet du zarokên dayikê jê digire. Niha yek binax kirîne û yek jî ne diyar e cenaze li ku ye.    Di serdema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de bi birayê xwe Selîm re zarokên xwe Saît û Hacer winda dike. Malbat hêj şîna Selîm digire, dayik dibîhîze zarokên wê Saît û Hacer di jêrzemînên Cizîrê de birîndar bûne.    ‘MIN BAWER NEKIR MIRIYE’    Arslan destnîşan kir ku dema birayê wê Selîm ji bo teşhîsê dibin morga li Deriyê Sînor ê Xabûrê û got: “Ez çûm û min Selîm teşhîs kir. Dema min li kîjan cenazeyê mêze dikir, ji hişê xwe diçûm. Li gel min nas kir jî lê min bawer nedikir miriye. Min digot ne ev e. Piştî nimûneya xwînê me da hefteyek şûn ve cenaze radestî me kirin. Me bi rêk û pêk şîna Selîm negirt.”    ‘MIN KURÊ XWE JI DIRANÊN WÎ NAS KIR’    Arslan der barê du zarokên xwe yên di jêrzemînan de winda kir jî wiha got: “Çawa ku qedexe rabû ez ji bo teşhîsa cenazeyê keça xwe çûm Rihayê. Ez ji bo keça xwe çûm Rihayê lê min cenazeyê Saîtê xwe li wir teşhîs kir. Heta cihê darbest lê bû min xwe bi erdê re kaş kir û ez çûm. Çawa ku darbestê vekirin min cenazeyê Saît dît. Min ji diranan wî nas kir. Ez ji hişê xwe çûbûm. Li gel min nas kir jî min digot cenazeyê Saît nîne. Min nikaribû qebûl bikira. Di wê kêliyê de min li ser darbesta Saît vê sozê da: ‘Barê te daye ser milê xwe ez ê li ser pişta xwe bikim. Ez neçar bimînim û li ser gopal jî bimeşim, ez ê dîsa vî barî li pişta xwe bikim”    ‘EZ LI BENDA CENAZEYÊ KEÇA XWE ME’    Dayik Arslan piştî cenazeyê lawê xwe vedişêre, ji bo cenazeyê keça xwe Hacer jî diçe nimûneya xwînê dide. Arslan a cenazeyê keça xwe hêj nedîtiye got: “Ez hêj li benda cenazeyê keça xwe me. Ez dizanim teqez ne sax e. Dibe ku di bin TOKÎ’yan de mabe, lê nizanim.”    Arslan anî ziman ku zarokên wê her tim tên xewna wê û wiha dewam kir: “Carna ez dikim qîrîn û ji xewê radibim. Di van 3 salan de êşa min kişandiye, ji tevahiya êşa temenê min û barê min ê jiyanê girantir û pirtir e.”    Arslan di qedexeya derketina derve de 40 roj xwarin naxwe û serê xwe naşo û di vê navberê de 30 kîlo dide. Arslan ji ber gelek nexweşînên xwe derman dibîne û ji bo xatirê soza li hember kurê xwe Saît bigire niha jî Hevseroka Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a navçeya Cizîrê dike.    MA / Zuhal Atlan