Ji ber tenduristiya lawê xwe bi fikar in 2018-07-23 09:24:56 ENQERE - Malbata Mehdî Boz ê girtiyê nexweşîna giran di Girtîgeha Tîpa T a Xerpetê de dimîne der barê kurê xwe de bi fikar in. Boz ji ber ku di stûyê xwe de nasnameya girtîgehê qebûl nake dernaxin hevdîtinê û ji ber cezayê dîsîplînê jî bi telefonê nikare bi malbat xwe re biaxive.    Mehdî Boz di lîsteya nexweşên giran ên Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) amade kir de cih digire. Tê gotin ku Boz bi tenê nikare bimîne. Ku bi tenê bimîne xetereya jiyanê ya mezin dê bijî. Ligel vê jî Boz saleke nikarê bi malbata xwe re hevdîtina vekirî an jî ya girtî pêk bîne û bi telefonê bi wan re biaxive.   Boz ji ber nasnameya girtîgehê nake stûyê xwe, cezayê disîplînê lê hatiye birîn û îdare nahêle hevdîtina girtî û vekirî, axaftina di ser telefonê de pêk bîne    Xwişka Mehdî Boz Necla Er diyar kir ku ev saleke nikarin hevdîtinê bi birayê xwe bikin û wiha axivî: “12 mehin em nikarin biçin hevdîtana birayê xwe ya girtî. Di hevdîtinê de li ser wan lêgerînî tazî farz dikin. Dixwazin bi zorê nasnameya girtîgehê bikin stûyê girtiyan. Ew vana red dikin û ji ber vê hevditinê li me qedexe kirine. 4 mehe em bi telefonê jî nikarin biaxivin. Ev jî ji ber cezayê dîsîplînê nahêlin.  Hefta borî diya min û bavê min ji Gimgimê (Vartoyê) ji bo hevditinê çun Elezîzê. Lê ji bo ku nasnameya girtîgehê nekir stûyê xwe nehiştin hevdîtin bikin.”   Boz nexweşê penceşêra Tiroîdê û KOAH'ê ye, gurçik û mîde ya wî jî ne baş e. Her wiha nexweşê protastê ye. Boz  12’ê Cotmeha 2017'an de ji Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê birin Girtîgeha navçeya Bunyeya Kayseriyê. 20’ê Nîsanê jî birin Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê. Di dema sevkê de ji ber lêgerîna tazî red kir wî giran derb kirn û kirin odeya yek kesî.   'WÎ NABIN NEXWEŞXANEYÊ'   Necla Er aşkera kir ku şert û mercên girtîgehê bandoreke giran li bire wî dike û got: "Ji ber sewqên tên kirin derfet nadin ku bê dermankirin. Di dema derbkirinê de parsuyê kekê min şikandin û em agahiyê jê nagirin. Tenduristiya wî ne baş e. Herî dawî ji xwe lê dane. Divê bibin nexweşxaneyê lê nabin. Niha em nizanin rewşa wî çewane û em meraq dikin. Her dem bi hinceta cezayê disîplînê nahêlin bi telefonê jî biaxive. Li gel birê min nexweşê girane jî wî dikin hucreya yek kesî."    Avukat Hasan Akkuz jî diyar kir ku herî dawî li ser agahiya Mehdî Boz li Girtîgeha Xerpetê hatiye derpkirin çûne û hevdîtin pêkanîne û di ser vê hevdîtinê de 2 meh derbas bû lê piştî wê hêj wî nedîtiye. Akkuz anî ziman ku ji ber girtî nasnameya girtîgehê red dikin û nakin stuyê xwe îdare hevdîtinê qedexe dike û haya wî ji rewşa wî ya dawî nîne.