Rojnameger Taşkin ji girtîgehê nivîsand: Ji bo avê kota anîn 2018-07-23 09:03:15 ENQERE - Nûçegihana me ya girtî Seda Taşkin ji Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Sîncanê name şand û got: “Di girtîgehê de ji bo ava qawişan kota anîn. Ava vexwarinê ya didin, têra pêdiviyên rojane yên girtiyan nake.” Nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Seda Taşkin a ji ber parvekirinên medya civakî, nûçeyên çêkiribûn û hevdîtinên telefonê yên bi çavkaniyên nûçeyan re kirî, hat girtin û 6 mehin digirtîgehê deye, ji Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Sîncanê derbarê pêkanîn keyfî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn de nameyek şand.  Taşkin, diyar kir ku her roja derbas dibe rastî binpêkirinêk nû ya mafan tên û wiha got: “Li girtîgehê pirsgirêkên tenduristiya girtiyên siyasî ji nedîtî ve tên, ligel hemû gîlî û serlêdanan pirsgirêkên wan zêdetir dibin. Di du mehên dawî de, ji bo ava gerîm û ya sar kota anîn. Li gorî pêdiviyan avê nadin û dinava  rojê de m bê av dimînin.”   ROJÊ 40 LÎTRE AVA GERIM Û 120 LÎTRE AVA SAR   Taşkin di dewam nameya xwe de wiha got: “Rojê 40 lître ava gerim û 120 lître ava sar didin. Ev bandorek mezin liser tenduristiya me dike. Ava didin me  têra pêdiviyên me yên zarûrî nake û ji ber dinava rojê de xelas dibe, em bi saetan bêav dimînin.”   ‘MIDÛR BERSIV NEDA’   Taşkin da zanîn ku ava bi kotayê didin jî qirêje û ev tişt nivîsandin: “Ava ku zer diherike, bêhna zengê jê tê. Ji bo em ava zengê venexwin, emê avê vekirî dihêlin. A rast ava zengê tu carî naqede û bi vî awayî ava em hindidin jî bêhna zengê jê tê. Em necarin vê avê bikar bînin. Ev jî dibe sema gelek nexweşiyan. Derbarê mijarê de me ji bo  Midûryeta Tenduristiyê daxwazname nivîsand, lê hîna jî li me ne vegeriyane.”   BINPÊKIRINÊN MAFAN DIDOMÎN   Taşkin di dawiya nameya xwe de wiha got: “Ligel vê yekê, gava girtiyên nexweş dibin, nexweşxanê rastî binpêkirinên mafan tên. Rayedarên girtîgehê ringa yek kesî ferzî me dike. Em tu carî vê pêkanîna dij mirovahî qebûl nakin. Di rîngên tîpên hucreyî de,  tenê kesek dikare rûne û ne pêkane ku hereket bike. Destên me kelepçekirî em di cih wisan bêhewa de dimînin. Astima gelek hevalên me heye û pirsgirêka bêhn dayîn û standinê dijîn. Dema em vê pêkanînê qebûl nakin, rayedarên girtîgehê derbarê me de lêpirsînê vedike. Em bang li raya giştî dikin ku bi hestiyarî tevbigerin.”