Li Colemêrgê Rewşa Awarte ranebûye 2018-07-22 13:08:45   COLERMÊRG – Li Colermêrgê li gel ku Rewşa Awarte rabûye jî rewş ne guheriye û her tişt weke dema Rewşa Awarte ye. Li bajar di bin navê ewlehiyê de rêyên girtî hê jî girtî ne û ji ber bendên kontrolên ên li ser rêyên vekirî jî wesayît demeke dirêj  tên rawestandin.    Rewşa Awarte ku piştî helwdana Darbeya 15’ê Tirmehê ya 2016’an hat îlankirin û 7 caran hat dirêjkirin, li gel ku beriya çend rojan hat rakirin jî li Colemêrgê tu tişt neguheriye. Li bajar hemû bendên kontrolê yên ji ber Rewşa Awarte bi hinceta ewlehiyê hatibûn avakirin, hê jî nehatine rakirin û rojê bi dehan wesayît ji ber kontrolên polîsan li benda hev disekinin. Ji ber van kontrolan gelek caran trafîk li bajar felc dibe û gelek astengî derdikevin. Her wiha di van bendan de hê jî wekî berê nasnameyên mirovan bi awayekÎ keyfî di GBT’ê re tên derbaskirin.    Her wiha gelek rêyên ku li derveyî bajar û navenda bajar bi hinceta ewlehiyê hatibûn girtin hê jî girtî ne û nehatine vekirin. Kolana Kirk Konûtlariyê ya ku diçe malên TOKÎ’yê yê li taxa Yenîmahalleyê û rêya Xenanis ku di taxa Karşiyakê re derbas dibe û diçe fermandariya leşkerî jî hê girtî ne.    Li benda kontrolê ya Qereqola Polîsan a Depînê ya ku li ser rêya tekane ya têketina bajar hatiya avakirin jî hê nasnameyê welatiyan di GBT’ê re tên derbas kirin û ji ber vê yekê bi saetan wesayît li bendê li pey hev rêz dibin.  Mirov ji pêkanîn bêzar bûne û gelek bi bertek in.    Li aliyê din îro dema biryara Walîtiya Colemêrgê ya ku ji 15 rojan carekê 30 herêman wek ‘Herêmên Taybet ên Ewlehiyê’ îlan dikin jî bi dawî dibe. Tê meraqkirin ku piştî rakirina Rewşa Awarte dê walîtî derbarê van herêman de îro çi biryarê bide.