Walî li 4 navçeyên Amedê derketina kolanan qedexe kir 2017-10-19 10:40:38   AMED -  Walîtiya Amedê li 38 gund û gundikên girêdayî navçeyên Hazro, Pasûr, Farqîn û Licê derketina derve li welatiyan qedexe kir.    Walîtiya Amedê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li 38 gund û gundikên giredayî navçeyên Hazro, Pasur, Farqîn û Lîcê yên Amedê derketina derve hatiye qedexekirin. Walîtiyê diyar bir ku bi sedema li herêmê operasyon hene ji saet 05.00'ê îro heta fermana duyemîn qedexe hatiye îlankirin. Gundên hatin qedexekirin wiha ne:    Gundên Girêdayî Lîcê: Hazmaz, Helbekin, Gir, Beşişt, Entax, Babitnê, Sînê.  Mezrayên Lîcê: Hevselbeg, Kolbagi, Alataş, Kalkanlî, Balkanlar, Hecî Cemîl, Esenlî, Çaylarbaşi, Goçer, Kerpiçoren, Çanak.  Gund û mezrayên Girêdayî Hezroyê:  Gundê Berbûş û mezraya Şahgeldi.   Gundên navçeya Farqînê: Fişat), Şêlîma û Cûmat,  Mezrayên Farqînê: Hindês, Malê Gir, Tilbiştîn û Erkenciyan,  Gundên Pasûrê: Kurikan, Temiran, Melîkan, Bodêrnê û mezrayên Tiltef, Keçiveren, Yukarıpolat, Aşagipolat, Mevîk û Taşkopru.