Rojnameger Ziya Ataman: Ez girêdayî dermanan dijîm 2018-07-22 09:04:56   WAN - Rojnameger Ziya Ataman ê 27 mehin girtiye, ji ajansa me re name şand û di nameya şand de wiha got: “Ji ber îfadeyên bê delîl û sûcdariyên nerast hatim girtin. Li girtîgehê roviyên min îflas kirin. Ez girêdayî dermanan dijîm.”   Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) ku bi KHK’ê hat girtin Ziya Ataman di 11’ê Nîsana 2016’an de hat girtin û ev 2 salin di girtîgehê deye. Ataman tiştên dinava 2 salan de li girtîgehê jiyan, di nameya ji Ajansa Mezopotamya (MA) re şand de, vegot.    Ataman di nameya şande wiha behsa girtin û rewşa xwe ya di girtîgehê de kir: “Dema min nûçe dişopand di 10’ê Nîsana 2016’an de hatim binçavkirin û rojek şûn de jî hatim girtin. Girtina min pir sosret bû. Dozger xwest min bi şertê kontrola edlî berde, lê 3 kesên îstîxbaratê yên ber derî xwestin ji bo girtinê min sewqî dadgehê bike. Li dadgehê min îzahata vê yekê kir, lê dadger guh neda min. Di endamê de ez bi şandeya dadgehê re rû bi rû hiştim. Bêyî ku xwe îfade bikim, dadger ji zûde biryara xwe da. Guh neda axaftin û pirsên min. Êdî biryar da û ne pêkan bû vê biryara xwe biguherîne.”   'DEMA GIRTÎ BÛM JÎ ÎFTÎRAYAN BERDEWAM KIRIN'   Ataman di dewama nameya xwe de ev tişt gotin: “Dozger û dadgerê ez darizandim ji kar hatin avêtin. Ji ber ku zanîn di dosyeya ez dam girtin de, dê tiştekê nebîn in, dema ez girtî bûm, navê min kirin deftera ji çanteyê yek ji endamên rêxistinê yê jiyana xwe ji dest dayî bû de. Di heman demê weke ku çek da be min lanse kirin. Lê tişta ecêp, gava bûyera defterê derket holê ez girtî bûm. Dîsan dema girtîbûm bi ser mala me de girtin û ji malbatê pirsa ‘Ziya li kuye? Girtina wî heye’ kiribûn. Li mala me lêgerîn pêk anîbûn û dest danîbûn ser nameya hevalekê min ê ji min re şandîbû. Di vir de jî tiştek derneket. Herî dawî xizmê min Kadir Ataman binçav dikin û dibin îşkenceyê de bi darê zorê îftîra bi wî dane ferz kirin û îmzekirin. Sê rojan Kadîr Ataman tînin nexweşxanê û dibin. Bêyî ku di serê min re derbas bibe, îftîra avêtin ser min. Gotin tu li Elkê beşdarî çalakiyê bûyî û dinava sohbetê de te ev bi Kadir re parve kiriye. Gava min ev bîhîst min bawer nekir.”   'ROVIYÊN MIN ÎFLAS KIRIN'   Ataman,  diyar kir  ku wî gelek pirsgirêk jiyan û wiha pê de çû: “Di girtîgehê de ji ber pirsgirêkên min jiyan roviyên min îflas kirin. Bijîşik ji min re wihsan got. Heya nûçeya min di çapemeniyê de derneket ez nebirim nexweşxanê. Çawan ku neçeya min derket roja din ez birim nexweşxanê. Lê tenê mînaka xwînê ji min girtin û ez paşve şandim girtîgehê. Derman nivîsandin û ser girtin. Ez jî niha  girêdayî dermanan dijîm. Êdî tiştan ji bîr dikim. Ev li ser min bandorek mezin dike. Ji ber piştgiriya hevalên xwe niha başim.”    ‘EZ DERNEXISTIM SEGBÎSÊ’   Ataman, di dawiya nameya xwe de wiha got: “Piştî girtina min 21 meh şûn de îdîaname amade kirin. Dema îdîaname bi dawî bû, 3 meh şûn de ez derxistim dadgehê. Kesên di dosyaye min de cih digirtin ji Ordu, Îzmîr û Agiriyê anîn û beşdarî danişînê bûn. Lê bi hinceta ‘em nikarin ewlekariya te biparêzin’ ez nebirim dadgehê û bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûm. Danişîn talûqî 3 meh şûnde kirin. Di danişîna duyemîn de jî, bihêlin min bibin dadgehê, ez bi SEGBÎS’ê jî beşdarî danişînê nekirim. Bêguman sedema vê yekê dizanim. Ji ber ku min rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat belav dikirin bû. Tim lêgerînên min ên rojnamegertiyê hebûn. Gava min rojname belav dikir, ez rastî gefan hatim û necar mam ku dest ji belavkariyê berdim. Lê tim lêgerîna min berdewam kir. Herî dawî sala 2015’an ji bo nûçegihantiyê min serî li Ajansa Nûçeyan a Dîcle da û serlêdanan min hat qebûlkirin. Êdî li şûna gefan, her roj ez tacîz dikirim, heqaret li min dikirin û ez derp dikirim. Gava dîtin bandora vê yekê jî ser min nake, vê carê ez binçav kirim û girtim. Herî dawî jî, bi sûcdariyên tije îftîra, ez kirim Girtîgeha Ewlekariya Bilind!”