100 hefte şûn ve li heman cihê çalakiya xwe dewam kirin 2018-07-21 15:16:11   AMED – Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan ji ber OHAL’ê piştî 100 hefte çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu li dar xist.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan ji 31’ê çileya 2009’an ve her hefte bênavber çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya Amedê li dar dixin. Çalakî piştî îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) ji 20’ê tîrmeha 2016’an ve tam 100 hefte li hundirê avahiya ÎHD’ê ya Amedê li dar dixistin. Piştî rakirina OHAL’ê vê hefteyê ÎHD û Xizmên Windayan carek din çalakiyê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê di hefteya 493’yemîn de li dar xistin.    Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û şaxên bajarên li herêmê û rêveber, Hevserokên Rêxistina HDP’a Amedê Mehmet Şerîf Çamci û Fîlîz Buluttekîn, rêveberên DBP, nûnerên Komeleya 78’an, Dayikên Aştiyê û nûnerên gelek saziyên civakî yên li Amedê beşdarî çalakiyê bûn. Wêneyên windanayan hildan û pankart wêneyên windayan li ser li erdê raxistin. Balkêş bû polîsan tedbîrên berfireh li derdora parkê girtin. Her wiha gelek polîs bi mertalên xwe li gel maşîneyên zirxî li cihê çalakiyê sekinînin.    ‘HEKE AŞKERE NEKIN HÛN JÎ ŞÎRÎKÊ KUJERAN IN’    Di çalakiyê de Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Adnan Orhan axivî û destnîşan kir ku bi qedexeya di serdema OHAL’ê de 100 hefte li avahiya komeleyê çalakiyên xwe dewam kirin û got: “Wek tê zanîn 493 hefteye em li aqûbet û felaketa anîn serê windayan dipirsin. Em li vir bang li hikumetê dikin, kujeran derxin pêşberî darazê û ji malbatan lêborînê bixwazin. Heta hikumet van dernexe holê şîrikê van kuştinan e. Bi hincetên ewlehiyê bi hezaran dozê windayan neqlî bajarên din kirin. Ji berpirsên kuştinên wê demê yên mîna Musa Çitil, Yavuz Erturk, Cemal Temîzoz, Hasan Atîlla Ugur û dehan kesên din tu ceza nedan wan û hemû hatin beratkirin.”    ‘EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN’    Pişt re Endamê Komîsyonê parêzerê Hasan Yalçin jî nameya Dayikên Şemiyê ya Stenbolê ku şandibûn xwend û got: “Bi salan e em û hûn li aqûbeta windayan dipirsin û edaletê dixwazin. Têkoşîna we ya li Koşuyolu di heman demê de têkoşîna me ya li Galatasarayê ye. Daxwazên me yek in û em dixwazin bila aqûbeta windayên me aşkere bikin. Bila kujer bên cezakirin. Em rejîmek demokratîk ya mafê mirovan ku bê parastin dixwazin. Bila dev ji siyaseta êşê bi me dide jiyîn berdin. Êşa we êşa me ye. Dilê me îro bi we re li Parka Koşuyoluyê lê dide. Em ê qet ji bîr nekin, efû nekin û dest jê têkoşîna xwe bernedin.”    ÇÎROKA GULUNAY XWEND    Yalçin piştî peyama Dayikên Şemiyê, çîroka windakirina Hasan Gulunay ê di 20’ê tîrmeha 1991’an de li Tarabaya Stenbolê dema diçû karê xwe revandin û windakirin xwend û got ji wê rojê ve heta niha tu pêşketin di dosyeya Gulunay da çênebûye.