Dozger got ‘PKK'î ne’ lê nasname tespît nekirin! 2017-10-19 10:20:59 MUGLA - Li Muglayê di 4-5-6’ê Cotmehê de hat îdîakirin ku  6 kes di pevçûnên rû dan de jiyana xwe ji dest dan. Lê heya niha nasnameya 3 kesan nehatiye aşkerekirin. Parêzer Gunfer Karadenîz, diyar kir ku ger nasname neyên tespît kirin, dê cenazeyan li gora bêkesan veşêrin.  Li herêma Kaycegîz û Seydîkemer a Ortaca Muglayê di 4-5-6’ê Cotmehê polîsan 7 kes bi îdîaya “PKK’î ne” bi lêdanê binçavkirin, bi başve kelepçe kirin û wêneyên wan ê tazî yên bi erdê re dirêj kirî, di medyaya civakî de serwîs kirin. 5 kesên bi îdîaya “Xebatkarên kêştiyêne, PKK’î ji Laskiyê anîn e” hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E Muglayê. Dîsan, hat îdîakirin ku 6 kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane, hene. Gomana înfazê ya van 6 kesan hîna di rojevê de cihê xwe digire. Malbatên 3 kesan cenazeyên xwe tespît kirin, lê hîna nasnameya 3 kesên din nehatiye tespît kirin. Serdozgeriya Komarê ya Muglayê ji bilê çend daxuyaniyê tewş, heya niha derbarê tu bûyerê de daxuyaniyek rast nedaye.     RAPORA OTOPSÎ YA DESTPÊKE NEHAT DAYÎN    Parêzer Gunfer Karadenîz, diyar kir ku ji ber li dosyayê biryara vejartî heye, heya niha nekarîn xwe bigihînin dosyayê û wiha axivî: “Ligel ku li ser bûyeran 2 hefte jî derbas bûn, hîna rapora otopsî ya destpêkê neyatiye dayîn. Tenê girtekên îfadeyên muwekîlên min dan min. Ji xwe wan jî mafê xwe yê ne axaftinê bikar anîn. Di vê dosyayê de delîlek ku bê sûcdar kirin û kom kirin tuneye. Di destên dozger de tu delîl tune ne.”    ‘ÊN KU WÊNE SERWÎS KIRIN DIZAN IN'   Karadenîz, bal kişand ser daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Muglayê û wiha got: “Di serî de dozger di çapemeniyê de dibêje ‘Terorîst di pevçûnê de mirin.’ Ev hemû  darizandinên ne adîlane ne. Tespîta vê yekê bi OHAL’ê dikin. Ger dozger têkildarî dosyayekê daxuyanî dide çapemeniyê, wê demê di wê dosayayê de tu veşarîbûn tuneye. Lê vê li dijî me bikar tîne. Dozger dizane ka kê ew wêne serwîs kirin. Gava em li Midûryeta Polîsan bû, dinavbera xwe de digotin ‘Leşkerek bêaqil ev serwîs kirin. Ji ber vê yekê hemû cîhan diaxive. Ger ew nebûya dê hemû cîhan ev bûyer nebihîsta û ev rewş derneketiba holê.’ Ji ber vê yekê dizanîn kê re wêne serwîs kirin. Li gorî rê û rêzikê lêpirsînek digotin de vekirin. Ji bilî vê tiştek din nekiriln û ez bawer nakim bikin. Lêpirsînê dervarê kesê wêne kişand de vedikin, lê têkildarî kesên îşkence kirîn venakin. Heya niha jî derbarê kesên îşkence kirîn de tu lêpirsîn nehatiye vekirin.”     'DIBE KU CENAZEYAN LI GORA BÊ KESAN VEŞÊR IN'   Karadenîz, anî ziman ku heya niha nasnameya sê kesên jiyana xwe ji dest dayî, nehatiye tespît kirin û wiha got: “Ger ku cenaze neyên tespît kirin, dê lig ora bê kesan veşêrin. Erka sazî û komeleyek cûda heya ku  dikare cenazeyan bigire.”