'Girtiyê nexweş Abdulkadîr Firat bila bê berdan’ 2018-07-21 14:50:56   ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdulkadîr Firat ê 60 salî yê li Girtîgeha Tekîrdagê dimîne û xwest bê berdan.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê di hefteya 440’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” li ber avahiya Serokwezîriyê ya li Konakê dewam kir. Xizmên windayan, rêveberên HDP, Dayikên Aştiyê û rêveber û endamên ÎHD’ê tev li bûn. Rêveberê ÎHD’ê Ahmet Çîçek daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdulkadîr Firat ê 60 salî.    Çîçek diyar kir ku Rewşa Awarte mayînde kirin e û got: “Di serdema OHAL’ê de binpêkirinên herî mezin ên mafan li girtîgehan qewimîn. Li girtîgehan rûmet mirovan şikandin û qewimînên dij mirovane derketin holê. Di pêvajoya OHAL’ê de dermankirina girtiyên nexweş nehat kirin. Hemû mafên tenduristiyê û dermankirinê hatin astengkirin. Ev polîtîkayên bi tundî girtiyan dikuje. Hêj binpêkirina mafan li girtîgehan didome.”    ‘BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDIN’    Çîçek anî ziman ku ji nav çar dîwaran qîrîna mirinê tê û wiha got: “Em hemû pêkanînên dij hiqûqî red dikin. Yek ji girtiyên herî nexweş jî Abdulkadîr Firat ê 60 salî yê li Girtîgeha Jimara 1’an a Tekîrdagê dimîne ye. Firat nêzî salekê ye bi nexweşîna serebrovaskuler (felc) dijî. Her du aliyên Firat jî xwe li ser piya nagirin. Di rapora Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Erziromê da jî hat gotin ku Firat nikare li girtîgehê bimîne. Lê Saziya Tiba Edlî ji bo berdana Firat raporek erênî neda. Em wek parêzvanê mafê mirovan dixwazin mafê mirovan neyê binpêkirin û di şexsê Firat de bila girtiyên nexweş bên berdan.”