‘Em ê bi gelê xwe re rondikan jî bibarînin û keyfxweş jî bibin’ 2018-07-21 14:06:10 WAN - Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî, yê bi hinceta beşdarî merasîma cenazeyê endamê HPG’ê Devran Baysal bû  û derbarê wî de lêpirsîn hat vekirin, diyar kir ku ewê ji vir û şûn de jî beşdar bibin û got: “Em bi gelê xwe re keyfxweş jî bibin û bi hevre rondikan jî bibarîn in.”   Serdozgeriya Komarê ya Êlihê, bi hinceta beşdarî merasîma cenazeyê endamê HPG’ê Devran Baysal ê li Colemêrgê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da bûn, darbarê parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Feleknas Uca û Mehmet Ruştu Tîrkayî de lêpirsîn da bû dest pê kirin. Wekîlê HDP’ê Mehmet Ruştu Tirkayî yê lêpirsîn derbarê wî de hat vekirin, diyar kir ku ev lêpirsîn biryarek navendiye. Tîryakî, beşdar bûna merasîma cenazeyan ne sûce û wiha axivî: “Ev nabe ‘Propagandeya rêxistinî.’ Em beşdarî merasîma cenazeyê xizmên hilbijêrên xwe bûn. Ji bo vê yekê derbarê parlamenterekê de lêpirsîn vekirin, ne ji bo başbûna demokrasî û başbûna welate. Roja ku beşdarî cenaze bûm, di heman demê de beşdarî 10 taziyan bûmm. Em hemû nas nedikirin, lê ez çûm serdana hemûyan. Me fatîhatiyên xwe xwendin. Ez nafikirim ku beşdarî merasîmên cenazeyan bûyîn sûce.”   'EM Ê HERÎN DAWETÊN GELÊ XWE Û TAZIYÊN GELÊ XWE JÎ'    Tîryakî, anî ziman ku ew qebûl nakin ku parlamenteriya wan “terorîze” bikin û wiha pê de çû: “Ger dixwazin vê bikin amûrê siyasetê, ev siyasetek pir erzane. Em li gel xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane, li malbatê wane û bi welatiyên xwe re ne. Li ser vê nîqaş kirin jî bêwateye. Emê herîn dawetên gelê xwe û taziyen gelê xwe jî. Ji bo vê em paratiya gelane û emê tim partiya gelan bin.”    ‘EMÊ TEVLÎBÛNÊN XWE BIDOMÎNIN’   Tîryakî, destnîşan kir ku ewê tevlîbûna xwe ya merasîmên cenazeyan berdewam bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Weke partiî emê tim beşdarî taziyan, merasîmên cenazeyan bibin. Ev ne sûce. Ji vir û şûnde jî bêguman emê beşdar bibin. Emê hem di rojên keyfxweşiyan de û hemû di rojên xemgîn de ligel gelê xwe bin. Emê bi hevre heyfxweş bibin û bi hevre rondikin bibarînin. Ji ber ku em partiya gelane.”   MA / Ozgur Paksoy - Mujdat Can