Girtiyê nexweşê pençeşêrê yê 70 salî rakirin nexweşxanê 2018-07-21 11:55:31 SAMSUN - Li Girtîgeha Tîpa T a Bafra, girtiyê 70 salî Koçer Ozdal ê nexweşê pençeşêrê yê rewşa tenduristiya wî giran bû duh bi şev rakirin Nexweşxaneya Numune ya Enqerê.    Li Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsunê, hikûmxarê muebeta giran Koçer Ozdal (70) ê nexweşê pençeşerê, ji ber ku rewşa wî giran bû, sewqî Nexweşxaneya Numune ya Enqerê hat kirin. Ozdal, di sala 2014’an de li Mûşê bi kurê xwe Savci Ozdal re hat girtin û cezayê girtîgehê ya muebeta giran lê hat birîn û ev 4 salan di girtîgehê deye. Hevalên Ozdal ji girtîgehê darbarê rewşa tenduristiya wî de agahî dan û gotin: “Ev du salin cezayê Ozdal hatiye erê kirin. Piştî cezayê wî hat erêkirin û şûn de birin hucreya yek kesî û niha di hucereya yek kesî de tê girtin. Ji ber şert û mercên girtîgehê êdî gurçikên wî îflas kirine. Tansiyan bilind pê re hey û herî dawî teşhîsa pençeşêra mesane ji bo wî hat kirin.”   BI ALIKARIYA HEVALÊN XWE, PÊDIVIYÊN XWE DERBAS DIKE   Hat diyar kirin ku Ozdal ev saleke bi nexweşiya pençeşêrê re têdikoşe û di mehên derbas bûyî de jî hat emeliyatkirin. Ji bo Ozdal bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe derbas bike, li ser israra hevalên wî, ew kirin qewîşê, lê Ozdal tenê dikare bi alîkariya hevalên xwe bêdiviyên xwe yên rojane derbas bike.   REWŞA TENDURISTIYA OZDAL XERABE   Hevalên Ozdal, ragihandin ku rewşa tenduristiya Ozdan xerabe û wiha gotin: “Ji ber pêkanînên keyfî yên rêveberiya girtîgehê Ozdal tim nabin diyalîzê. Dermanên pençeşêrê di saetên wê de nadinê. Ji ber şert û mercên girtîgehê her ku diçe rewşa Ozdal xerab dibe.  Ozdal ê şevê din rewşa wî xerab bû di saetên şevê de Rakirin Nexweşxaneya Numune ya Anqerê.