Rojnameger û nivîskar Vedat Çetîn hat binçavkirin 2017-10-19 10:15:15   AMED – Nivîskar û rojnameger Vedat Çetîn di çarçvoya lêpirsîna KCD’ê de hat binçavkirin.    Li Amedê berdestê sibê polîsan bi ser mala nivîskar û rojnameger Vedat Çetîn de girt û piştî lêgerîna li malê hat binçavkirin. Hat zanîn ku Çetîn di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê hat binçavkirin. Çetîn ê hat binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.