‘Gelo bi rabûna OHAL'ê re dê qedexeya bêdem a li Îmraliyê rabe?’ 2018-07-21 11:28:52 WAN – Parlamentera Mêrdînê Ebrû Gunay, diyar kir ku tê xwestin pergala tecrîdê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê qanûnîkirin û ev pirs kir: “Gelo piştî rakirina Rewşa Awarte dê qedexeya hevdîtina bi Ocalan re ya bêdem bê rakirin?”   Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji 5’ê Nîsana 2015’an ve hatiye girankirin, berdewam dike. Serlêdanên parêzar û malbatê yên ji bo hevdîtina bi Ocalan re bi hinceta ‘sînordarkirinên derbarê hikumxwariyan de’ ku di qanûna hejmara 5275 a derbarê tedbîrên înfazê yên ceza û ewlehiyê de cih digire, tên redkirin.  Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay ku di heman demê de parêzera Ocalan e têkildarî tecrîda li ser Ocalan axivî û nirxandinên girîng kirin.    ‘TECRÎD LI WELAT HATIYE BELAVKIRIN’   Gunay bi bîr xist ku ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girava Îmraliyê pergala Rewşa Awarte tê meriyete de ye û got ku piştî helwdana Darbeya 15’ê Tîrmehê ev pergal li tevahiya welat hatiye berbelavkirin. Gunay da zanîn ku pêkanînê li Îmraliyê, bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) ku di çarçoveya Rewşa Awarte de hatine derxistin, hatine qanûnîkirin û wiha got: “Beriya Rewşa Awarte li Girava Îmraliyê di çarçoveya Rejîma Îmraliyê de pêkanînên defacto yên mîna; qedexeya hevdîtinê ya bi parêzeran re, sînordarkirin ango astengkirina hevdîtinên bi malbatê re, qedexekirina hevdîtinên vekirî û qeydkirina hevdîtinên bi parêzeran re hebûn. Lê piştî 2016’an me bi awayekî şênber dît ku hin tişt ne tesaduf in, piştî ku li hin cihan tên ceribandin, tên berbelavkirin.”   ‘LI ÎMRALUYÊ TECRÎD, LI BEJAHIYÊ ŞER Û KOMKUJÎ’   Gunay anî ziman ku pêkanînên li Îmraliyê li hemû girtîgehên Tirkiyeyê hatine berbelavkirin û hatine qanûnîkirin û ev tişt gotin: “Pergala Îmraliyê bixwe bi serê xwe rejîmeke Rewşa Awarte ye. Li bejahiyê teşeyên pêkanînê yên vê yekê hene. Dema ku li Îmraliyê tecrîd pêk tê, lê bejahiyê jî şer, komkujî, û qedexeyên derketina derve pêk tên. Di 4 salên dawîn de pêvajoyeke gelek giran ku têde komkujî, qedexeyên derketina derve û wêrankirina bajaran jî hebûn, derbas bû.”   QEDEXEYA HEVDÎTANA MALBAT Û PARÊZERAN   Gunay, bal kişand ser qedexeya hevdîtina malbat û parêzaran a li ser Ocalan berdewam dike û wiha pê de çû: “Di pêvajoyên derbas bûyî de jî, bi wayekê fîîlî hevdîtin asteng dikirin û bi hincetên ‘koster xirabe ye’ hevdîtinên parêzaran jî qedexe dikirin. Piştî hevdîtinên şandeya Îmraliyê birîn, bi hincetên polîtîk ên cudatir hevdîtin qedexe kirin. Piştî îlankirina OHAL’ê, Dadgeriya Înfaza Bursayê biryara qedexeya dest pê kê, da. A rastî OHAL weke hincet nîşandan, bi biryara Dadgeriya Înfazê ve girêdayî bû. Li dijî vê yekê gelek hewldanên  me çûbûn, lê ligel vê jî hemû me tu encam bi dest  nexwist. Ev biryar tim dûbare kirin.”   GELO BI RABÛNA OHAL’Ê RE DÊ QEDEXEYA BÊDEM BI DAWÎ BIBE?’    Guneya, pirsa “Glo bi rabûna OHAL’ê re dê qedexeya bêdem bi dawî bibe” kir û wiha rêz kir: “Ji bo ku hevdîtina bi Birêz Ocalan re pêk were, bi nêzîkatiya desthilatdariyê ya pirsgirêka Kurd û Birêz Ocalan ve girêdayî ye. Gava şande di sala 2015’an de diçûn Îmraliyê OHAL tune bû. Lê piştî deklerasyonên di Newrozên 2013 û 2014’an de hatin weşandin, pêvajo veguherî tecrîtek bêdem û rewşa OHAL’ê danîn holê. Nêzîkatiyek pirsgirêka Kurd bi çareserî bihêlin hebû. Bi rastî jî hikûmetê nexwest pirsgirêka Kurd çareser bike û ji nedîtî ve hat. Ji xwe piştî OHAL’ê, bi sererastkirinên qanûnî pergala tecrîta li Îmraliyê asayî kirin.”   ‘HER KU TECRÎT KÛR DIBE, ŞER JÎ KÛRTIR DIBE’   Guney, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dema hevdîtin bi Ocalan re dihatin kirin, hewayek aştiyane li ser welat bi bondar bûbû. Ev encamê tecrûbeyên 19 salan bûn. Her ku tecrît kûr dibe, li welat şer jî kûtir dibe. Ger hevdîtinên bi Birêz Ocalan re bê destpêkirin, bêguman ji bo pêşeroja welat dê zemînek aştiyane dane holê.”   MA / Ozgur Paksoy - Mujdat Can