Bi alaveke kevn dest bi dayîna dermanê Arînê kirine 2018-07-21 10:23:50   ENQERE – Hat zanîn ku dermanên pitika bi navê Arîn ku bi dayika xwe Esma Yilmaz re li Girtîgeha Tipa T a Rihayê dimîne, hê nû dane. Ji ber ku dermanên Arînê bi alavek kevn a astimê didinê ku dayika wê daxwaza alavek nû dike. Rêveberiya girtîgehê ji dayikê re dibêjê: “Ev der girtîgeh e, ne mala bavê te ye.” û daxwaza wê na bersivîne.    Bavê pitika 13 mehî ya bi navê Arîn ku bi dayika xwe Esma Yilmaz re li Girtîgeha Tipa T a Rihayê dimîne, Mihdî Yilmaz ragihand ku pitika wî birina nexweşxaneyê û dest bi dayîna dermanê wê kirine. Yilmaz diyar kir ku telîlên Arîn hatine kirin û piştî hînbûna encamên telîlan, Arîn derbasî tedawiyeke din bibe.     BÊHNÇIKANDIN ZÊDE BÛYE   Yilmaz destnîşan kir ku piştî dayina dermanan rewşa Arînê ber bi başbûnê ve çûye û wiha got: “Hinek rehet bûye, lê ji ber ku astima wê zêde dibe hin bêtir bêhna wê diçikê. Ji ber şert û mercên girtîgehê astıma Arîn zêde dibe.”   DERMAN Bİ ALAVEKE KEVN TÊN DAYÎN   Yilmaz da zanîn ku dermanên Arînê bi alaveke kevn a astimê tên dayîn û ev tişt anî ziman: “Li gel ku gotine alaveke nû bidin jî hê nedane. Her wiha hevsera min çixa cara ku daxwaza alaveke nû dike rêveberiya girtîgehê bersiva ku ‘Ev der girtîgeh e, ne mala bavê te ye.’ didine. Ji ber vê daxwazê cezayê disîplîn û dernexistina revîrê li hevsera min tê birîn.”   ROJÊ SAETEK AVÊ DİDİN KAGÛŞA   Yilmaz bi bîr xist ku pirsgirêka avê ya li girtîgehê hê jî berdewam dike û wiha pê de çû: “Rojê saetek tenê avê didin koguşa. Li kogûşa divê 12 kes lê bimînên, niha 3 jê zarok bi giştî 33 kes lê dimînin. Xwarinên girtîgehê ne baş in. Perwaneyên girtîgehê kêm in û tu pirsgirêka li girtîgehê nehatiye çareserkirin.”    Herî dawî Yilmaz diyar kir bi pitika wî Arîn re pitika 2 sal û 5 mehî ya bi navê Argeş û pitika sal û 5 mehî ya bi navê Dîjle jî li girtîgehê dîmin û ji ber germa zêde ya li girtîgehê, di laşên Argeş û Dîjle de birîn çibûnê.