Jina Botanê ya ku gelek êş kişand: Guler Tûnç 2018-07-21 10:00:21 ŞIRNEX – Guler Tûnç li gel êşên ku kişandiye jî wek dareke çinarê mezin dibe. Herkes ew wek dayika Bêkes nas dike. Lê ew li gel temenê xwe yê ciwan jî wek jineke botanê gelek tişt di jiyana xwe de bi cih kiriye. Tûnç a ku êşên 3 salên dawîn dikişine bi hêvî ye.    We hîç li ber çavê xwe dîtiye mirov bi rojan qîrîniya mirinê dikin û hûn bi wîjdanek wiha re hevrû mane? Dema ez têm Cizîrê vê yekê dijîm... Hêj li Cizîrê şopên guleyan tên xûyakirin. Her çiqas ser şopan hatin girtin û hêsirên çavan ku ji birînên Cizîrê bariyan jî ziwa nebûne. Lê ser birînan her çiqas qalik girtibe jî lê li benda dermankirinê ne.    Tenê tişta baş bûye dîmen e. Lê dilê gel bi birîn e. Di bin vî dîmenî de jî ya rastî jî berxwedan, bihêzbûyîn û ya herî girîng jî hêvî ye. Hêvîyek wisa ye ku ji hêsirên çavan Çemê Dîcleyê pêl didin û diherikin.    CIZÎREK BÊ OHAL    Piştî du salan ez hatim Cizîrê. Ez herî dawî dema qedexeya derketina kolanan li Cizîrê rabû di gulana 2016'an de hatibûm. Li navçeyê tenê dengê maşîneyên zirxî hebû. Bi vî dengî re Rewşa Awarte hat îlankirin û li vî dengî zêde bû. Cizîr niha jî min bê OHAL pêşwazî kir. Belê nokteyên lêgerînê yên polîsan kêm bûye û hindik be jî dengê maşîneyên zirxî kêm bûye. Lê bes polîs bi çekên xwe li her kolanan hene. Serê her gavê qereqolên polîsan ava kirin e. Li ber deriyê saziyên fermî maşîneyên zirxî tên rawestandin. Cizîr di bin dorpêça maşîneyên zirxî de ye.    HER CANÊ DIÇE BIN AXÊ DIBE HÊVΠ   Cizîr yek ji navçeya herî zêde ku şerê dijwar jiyan kir. Hema bêje ji her malbetek di nav çer de jiyana xwe ji dest da. Miriyên bê gor hişt li pey xwe. Hin kes di ava Dîcleyê de winda bûn û hin kes jî di bin avahiyên ji aliyê TOKÎ'yê ve hatin çêkirin man. Vê êşa herî giran jin dijîn.     Li Cizîrê her jinek xwedî çîrokek cuda ye. Dema hûn bi kîjan jin ango dayikê re bixivin an zarokek wan li çiyê ye, an jiyana xwe ji dest daye an jî bi salan e di girtîgehan de ye. Van mijaran têkoşîna jinên Cizîrê paş ve nebiriye, berevajî vê yekê her canek ji wan re bûye hêvî û hêz. Dilê wan ziwa bibe jî lê ev hêvî wan li ser piya digire û wan kiriye dara çinarê.    ÊŞA WÊ BI QASÎ TEMENÊ WÊ YE    Guler Tunç jî yek ji van dara çinarê ya ku bi lez û bez mezin bû ye. Hevjînê wê Orhan Tunç jî wek birayê xwe Mihemed Tunç di jêrzemînan de jiyana xwe ji dest da. Piştî qedexeyê û kuştina Tunç, Guler welidî û Bêkes anî dinê. Her kes wê wek dayika Bêkes nas dike. Ew jinek Botanî ya ku êşa wê li cîhanê belav bûye. Ev 3 sal in bi heman êşê dijî û kêliyek jî hêviya xwe winda nekiriye.    Guler dibêje "Dema Orhan jiyana xwe ji dest bide, li min geriya û got em bêkes man e. Dema zarokê me çêbibe navê wî deyne Bêkes.' Ez neçarim ji bo kurê xwe bijîm."    BÊKES NIHA JÎ BÛYE BERXWADAN ORHAN   Guler hêj 20 salî ye. Bi eslê xwe ji Silopiya ye. Piştî zewiciye li Cizîrê bicih bûye. Lê tenê 6 meh zewicî maye. Dema Orhan di jêrzemînê de ye ew li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê bûye. Ji ber travmaya bi serê wê de hatiye 10 roj zû welidiye û Bêkes aniye dinê.    Gule di 18 saliya xwe de dibe dayik. Guler got her sibe bersiva pirsên Bêkes ên mîna "Bavê min kuştin û binax kirin" dide. Guler bi navê "Berxwedan Orhan" bangî Bêkes dike û dixwaze berxwedana hat dayîn bê bibîrxistin.    Guler niha jî rêvebera Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê ye. Guler her roj datîne malê û diçe avahiya partiyê. Guler heta serê sibê li navçeyê rêxistina jinan dike.    'JI BO BÊKES Û YÊN MIN WAN WINDA KIR'    Guler wiha bersiva pirsa "Çi dibe ku hûn li gel ewqas êşê li ber xwe didin" da û got: "Ez hêza xwe ji kurê xwe, dayikan û jinan digirim. Ez li dayikên di şer de zarokên xwe winda kirine dinêrim û hêz digirim. Min di temenek biçûk de êşê nas kir. Min vê êşê negotiye, lê ez neçarim li ser piya bimînim. Ji bo kurê xwe û yên min wan winda kir neçarim li ser piya bimînim. Yên digotin 'heval heval av' hêj di bîra me de ne. Dema em avê jî vedixwîn bi şerm vedixwin. Em hêza xwe ji wan digirin. Bi sedsalan e Botan bi bexwedanên xwe tê nasîn. Tu carî gelê Botanê li dijî zilmê serî daneniye û her tim li ser piyaye. Ev 3 sal e li gel ewqas êş û dijwariya şer jî min qet hêviya xwe winda nekiriye. Teqez em ê bi ser bikevin."    'BILA KES NEBÊJE ME WINDA KIRIYE'   Guler peyamek da kesên ku piştî hilbijartinê bêhêvî bûne jî û ev tişt anîn ziman: “Me winda nekiriye, em bi ser ketine. Ji windahiyên xwe vê de em bi ser dikevin. Cizîrê talan kirin û gelek zarokên girtin, lê dîsa em bi ser ketin. Me çixasê bedel dabe ewqas jî bi ser ketine. Bila kes nebêje me winda kiriye.”   MA / Zuhal Atlan