‘Divê mafê reda wijdanî bê nasîn’ 2018-07-21 09:05:35   ANTALYA – Parêzerê Komeleya Mexdûr û Mirinên bi Guman ên Leşkeran Ahmet Çevîk diyar kir ku mirênên bi guman ên leşkeran ên dema hewldana Darbeya 15’ê Tîrmehê û piştî hewldana darbeye nehatine zelalkirin. Çevîk gotbi armanca pêşîgirtina mirinên bi guman ên leşkeran divê mafê reda wijdanî bê nasîn.   Li gorî lêkolînên Komeleya Mexdûr û Mirinên bi Guman ên Leşkeran di 22 salên beriyan 2015’an de 2 hezar û 221 leşker bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Li gorî heman lêkolînê di 2012’an de 69, di 2013’an de 59, di 2014’an de 43, û di 2015’an de jî 31 leşker bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Ahmet Çevîk ku parêzeriya komeleyê dike diyar kir mirinên leşkeran ên bi vî rengî dema şer û pevçûnan zêdetir dibin.    MIRINÊN QIŞLAYÊ DIDOMIN   Çevîk da zanîn ku dewlet daneyên leşkerên ku bi guman jiyana xwe ji dest didin nagire û daneyên ku dane hev bi rêya çapemeniyê dane bi dest xistine û wiha got: “Mirinên bi guman ên leşkeran berd3ewam dike. Piştî 2015’an derbarê mirinên bi guman ên leşkeran tu xebat nehatine kirin. Ji ber vê sedemê têkildarî salên 2016, 2017 ve 2018’an dane di destê me de tune ne.”   ‘HER MIRINA BI GUMAN KU NEYÊ RONÎKIRIN CÎNAYET E’   Çevîk bi bîr xist ku mirinên bi gumanên ên dema hewldana Darbeya 15’ê Tîrmehê û piştî darbeye nayên rojevê û wiha pê de çû. “Nayên zanîn ku dema darbeye û piştî darbeyê çi qas leşker bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Divê ev bên lêkolînkirin. Malbat difikirin ku zarokên wan tên qetilkirin. Her mırına bı guman ku neyê ronîkırın cînayet e. Her cînayeta kirêt komkujiyeke din meşrû dike.”   ‘REWŞA AWARTE Jİ BO VEŞARTINA GUMANÊ DİBE ALÎKAR’   Çevîk diyar kir ku piştî hewldana darbeyê ji ber ku civak nêrza bûye, komeleyên ku li ser mirinên bi guman ên leşkeran dixebitin, hatine rewşeke ku nikare bixebitin û wiha got: “Wek her qadê Rewşa Awarte ji bo veşartina mirinên bi guman ên leşkeran jî bû alîkar.” Çevîk bal kişand ser leşkeriya bi bedil û got ku ev yek ji mirinên bi guman ên leşkeran re nabe çare û xwest ku ji bo çareseriya mirinên bi guman ên leşkeran mafê reda wijdanî bê nasîn.”