'Divê tevdîra şewata daristanan bê girtin’ 2018-07-21 09:03:00   ANTALYA – Serokê Şaxa Komeleya Daristanvanan a Tirkiyeyê ya Rojvayê Derya Spî Prof. Dr. Tuncay Neyişçî diyar kir ku şewata daristanan ji sedî 95 ji ber mirovan pêk tê û lazim e wezaret meseleyê fêr bike ku mirov bi daristanan re li hev in.    Bi hatina mehên havînê re li gellek herêmên Tirkiyeyê şewata daristanan derdikeve. Herî dawî 35 hektar li Çiyayê Amanos û li navçeya Kepez a Antalyayê 3 hektar qad şewitî. Serokê Şaxa Komeleya Daristanvanan a Tirkiyeyê ya Rojvayê Derya Spî Prof. Dr. Tuncay Neyişçî der barê sedemê şewata daristanan de agahî da.    ‘DIVÊ LI DIJÎ ŞEWATA DARISTANAN EM HEMÛ TVDÎRAN BIGIRIN’    Neyîşçî anî ziman ku şewata Derya Spî ji ber avhewayê wê ba û hişkayî ye bûyerek xwezayî ne û got: “Şewat ji ber bayê bakur bi bandor e û girêdayî faktorê mirovan derdikeve. Şewata daristanan hemû civakê eleqedar dike. Civaka dibêje kezeba me şewitî û saziyên daristanan ên dewletê tevdîrên zêde bigirin. Şewata daristanan tenê ne wezaretê eleqedar dike. Bi daxuyaniya weezaretê  ya ‘şewat ji sedî 95 ji ber mirovan derdikeve’ re lazim e em hemû xwedî li daristanan derkevin û tevdîran bigirin. Divê faktora ji sedî 95 a ji ber mirovan şewat derdikeve baş bê lêkolînkirin. Heke ku şewata daristanan ji sedî 95 ji ber mirovan pêk tê û lazim e wezaret meseleyê fêr bike ku mirov bi daristanan re li hev in. Yanî divê wezaret di warê şewata daristanan de mirovan perwerde bike.”