‘Qeyûm prototîpa desthilatdariyê ye’ 2018-07-21 09:02:06   WAN - Hevşaredara Artemêtan Rojbîn Sevîl Çetîn, diyar kir ku navendên qeyûman prototîpa hikûmetê ye û got: “Gel dixwaze demildest ji pêkanînên qeyûmê rizgar bibin.”   Li Wanê, 12 şaredarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) qezenc kiribû, qeyûm tayînê wan hatin kirin. Di serî de Hevşarêdarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya û gelek hevşaredarên din girtîne. Hevşaredara navçeya Artemêtan a Wanê Rojbîn Sevîl Çetîn a qeyûm tayînê cihê wê hat kirin, derbarê tayînkirina qeyûman û hilbijartinek herêmî ya pêşwext de axivî û wiha got: “Navê wê çi dibe bila bibe, di hilbijartinek herêmî ya pêşxwest de, em ê şaredariyên xwe ji qeyûman paşve bistîn in.”   'QEYÛM AMÛRÊ XESPÊ NE'   Çetîn diyar kir ku qeyûm amûrê xespê ne û wiha  bilêv kir: “Qeyûm projeya AKP’ê ye. Bi qeyûman vîna gelê Kurd dizîn. Vîna ku heya niha xwestin înkar û îmha bikin, vê carê bi tayînkirina qeyûman xwestin tune bihesibînin. Bi qeymûman xwestin mudaxileyî pergala jin a me avakir bikin. Di hemû şeredariyên me de kreşên zimanê Kurdî hebûn. Li şûna kreşan, qûrsên Qûranê yên bazirganiya ol dikin û li ser ol siyasetê dikin vekirin. Hemû karên Serokatiya Diyanetê qeyûm dikin. Mixabin, şaredar niha xizmeta saziyên Diyanetê dike. Ji ber vê sedemê bi taybetî saziyên jin û zarokan girtin.”   'QEYÛM DIXWAZIN HAFIZEYA CIVAKÊ BIDE JI BÎR KIRIN'   Çetîn anî ziman ku qeyûman qûrsên perwerda Kurdî girtin û wiha pêde çû: “Dîsan navên Kurdî yên parkan guhertin. Qeyûman li dijî çanda Kurdî, dijminantiyek mezin kirin. Hemû şaredar bûne qereqol û gava welatî ji bo karek biçûk jî dixwazin biçin şaredariyê rastî gelek astengiyan tên. Gel dema diçe şaredariyê, dibêjin qey diçin Midûryeta Polîsan. Gel şaredariyan êdî aydê xwe nabîne û dixwazin rojek zû ne yek dereng qeyûm herin.”   'QEYÛM PROTOTÎPA DESTHILATDARIYÊ YE'    Çetîn destnîşan kir ku AKP’ê dinava 16 salan de tiştên bi welat kirin, qeyûman jî di herêman de kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Qeymû prototip û wêneyê desthilatdariya hikûmetê ye. Gelek tiştên pêşiya talan û nelirêtiyê vekirin, kirin. Rojek dê we re, gelê Kurd dê bi çavên xwe bibîne, ka li van şaredariyan nelirêtiyên çawan kirin. Gelê Kurd bi awayekê bêsebir li benda hilbijartina herêmiye. Gelê me demildest dixwaze ji qeyûman rizgar bibe. Ev gel amadeye ku şaredaran ji qirêjî û gemariya  qeymûman paqij bike. Navê wê çi dibe bila bibe, di hilbijartinek herêmî ya  pêşxwest de, em ê şaredariyên xwe ji qeyûman paşve bistînin.”