Gelê Hatayê bi fikar e 2017-10-19 10:02:31   HATAY - Piştî leşkerên TSK'ê ketin Idbilê, gelê Hatayê di nava fikaran de ne. Welatiyan diyar kirin ku komên El Nusra bi sedan elewî li herêmê qetil kirin û ditirsin her dem komkujiyan bikin.    Welatiyên ser sînorê navbera Hatay û Idbilê piştî leşkerên TSK'ê ketin nava Idbilê diyar kirin ku fikar û tirsên wan zêde bûne. Welatiyên nexwestin navê xwe bidin Hatay paytextê şaristanan e û niha di saetên şevê de her der bêdeng e. Li navçeyên ku erebên elewî lê dijî piştî hewa tarî dibe hemû welatî dikevin malên xwe û bêdengî serdest e. Li ser sînorê navbera Hatay û Idbilê jî liv û tevgera leşkeran zêde ye. Li herêma nêzî sînor her ji 10 kîlometre carekê lêgerîn û kontrol tê kirin. Welatiyên ku li Antalya dijîn, hemû niqaş û rojeva wan şerê li Sûriye ye. Welatiyan fikar û tirsên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ditirsin ku li vir jî komkujiyan pêk bînin. Welatiyên nexwestin navê xwe bidin diyar kirin ku komên çekdar û ên girêdayî El Nusra li Sûriye gelek elewî qetil kirin û ditirsin ku li vir jî elewiyan qetil bikin. Welatiyan anîn ziman ku niha ji koma di bin baneyê El Nusra de bi hezaran kes li Idbilê dijîn û wiha gotin. Dema şer li wir çê dibe, yên wir direvin vir. Êdî em ditirsin li vir jî komkujiyan çêkin. Niha gelê Hataye bi tirs û fikar dijîn. Welatiyan diyar kirin ku lîsansa 50 saziyên alîkariyê hatiye betalkirin.    'DIXWAZIN BERÊ EL NUSRA BIDIN EFRÎNÊ'   Xebatkarekî saziya alîkariyê ku navê xwe neda wiha got: "Bingeha operasyona li dijî Idbilê 8 meh berê amade kirin. 8 meh berê penaberên bê nasname û ji bo demekê nasnameya Tirkiye wergirtin, ew şandin Idbilê û xwestin li wir herêma tambon a sivîlan ava bikin. Îstîxbarata Tirk naxwazin li Idbilê bi El Nusra re şer bike. Ger ku şer derkeve tê tev ji wir koçî Hatayê bikin. Diyar dikin ku li Hatayê Statuya Taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) heye. Ji ber vê yekê Tirkiye naxwazin koçî Hatayê bikin. Lê dixwazin El Nusra û komên din ji 3 milan de êrîşî Efrînê bikin. Hewl didin ku ji herêma Bab, Cerablus, Hatayê êrîşî Efrînê bikin. Ev yek dê bibe şerê DYA û Rûsyayê. Tirkiye naxwaze li Idbilê bi El Nusra  û komên din re rû bi rû bimîne. Lê ger ku DAIŞ li Hamma pêş bikeve dê dibe ku lı Idbilê rageşî zêde dibe.  Ji ber vê yekê armanca TSK'ê ya ketina Idbilê Efrîn e.    ARMANCA EFRÎN E    Endamê Yekîtiya Têkoşinê ya Hatayê Ozan Suat Surgel jî diyar kir ku Tirkiye û DYA hemû hêzên emperyalist dixwazin komê oldar li wir bi cih bibin û hêzê didin wan. Surgel, anî ziman ku Tirkiye li sînorê Navçeya Reyhanli  leşker bi cih kirine û bi OSO re dixwaze têkeve Sûriye. Tirkiye jibo Hatay-Antakya winda neke û Kantona Efrîne ku di destê YPG'ê de belav bike li wir hêzekê ava dike. Dixwaze li şûna YPG'ê komen oldar bi cih bike."    Endamê Meclîsa Gel a Hatayê Mahir Mansuroglu jî anî ziman ku tirs û fikara gel zêde bûye û wiha got: "Piştî Tirkiye ket Idbilê fikar û tirsa gel zêde bû. Komên çekdar li wir çi bikin ne diyar e. Gel dibêjin hêzên çekdar dê çi bikin. Ger ku komên çekdar têkevin bajar dê çi bibe. Gelê vir aştî û aramiyê dixwazin. "