Karsaz Kamîl Acarê 2 roje wendabûn vegeriya mala xwe 2018-07-20 23:30:01   NAVENDE NÛÇEYAN– Karsaz Kamîl Acarê ku li Amedê ev 2 roje derbarê wî de tu agahî nadihat bidestxistin îşev hat mala xwe.    Acar dema ku 18’ê Tîrmehê ji Rûhayê bi wesayîta xwe ya taybet dihat Amedê 2 km berya ku bigihîje Qereqola Pîrînçlîkê wesayîta wî hat dîtin lê derbarê aqubeta wî de tu agahî neket dest îşev hat mala xwe    Parêzerên Acar hê derbarê rewşa Acar de tu daxuyanî nedan. Hat gotin ku polîs bo ku îfadeyê Acar bigire çûn mala Acar.