DMME’yê ji bo Cizîrê biryara danişînê da 2018-07-20 23:15:14   STENBOL – DMME aşekere kir ku ji bo serlêdanên qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê hatiye qebûlkirin û danişîn dê roja 13’ê Mijdara 2018’an pêk bê.    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) diyar kir ku doza serlêdanên ji bo qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê hate qebûlkirin û dê 13’ê Mijdana 2018’an li dar bixin. DMME îro name ji Parêzer Omer Elçî yê ku  serlêdan kirî re şand. Nameyê de tê diyarkirin ku dê doz li ser bûyerên Taxa Nûr ya Cizîrê pêk hatin dê bê dîtin û bê ku xwedî maf bin rayedaran biryara qedexeya derketinê dane, gel di mala wan de hepis kirine, bi vî hâletî mafên bingehîn ê jiyanê, mafên ewlehî û azatiyê hatiye binpêkirin. Pr. Omer Elçî di serlêdana xwe de daye zanîn ku li Cizîrê bi guleya ku ji aliyê “hêzên ewlehiyê” de hatiye avêtin Orhan Tunç birîndar bû û ligel biryara îtiata tedbirê ya dadgehê destur nehat dayîn ku ew rakin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Serlêdana ku li ser navê Orhan Tunç pêk hat DMME qebûl kir û biryar da ku doza li ser mijarê 13 Mijdara 2018’an roja Sêşemê seet di 09.00'ê de li Strasburgê bê dîtin. Dê danişîna dozê di ser esasê de pêk bê.    DÊ BIBE EMSAL   Biryar dê piştî vê danişînê bê nivîsandin; pêkane ev ji bo serlêdanên din ên hatine kirin jî wek emsal bê qebûlkirin.    BIRYAR HAT DAYÎN KU BI LEZGÎNÊ BÊ DÎTIN   Ji Tebaxa 2015’an û şûn ve di serî de li Cizîr, Sûr, Silopî û li çendîn bajar û navçeyên li herêmê walî û kaymakaman di çarçoveya zagona birêvebirina bajar a xala 11’emîn de biryara qedexeya derketina kolanan hatiye dayîn, di dema van qedexeyan de gelek binpêkirina mafan pêk hatî û ji bo ku li henber van binpêkirinên mafan bê rawestandin 2015 û 2016’an de gelek serlêdan, hem di Dadgeha Bingehîn a Tirk de û hem jî DMME’ê de hat kirin. Di wan serlêdanan de hat xwestin ku biryara tetbîra îtîatê bê girtin. DMME biryar da ku li gor xala 41’emîn doz bi awayê lezgîn bê dîtin.    JI TIRKIYÊ PARASTIN XWEST    DMME li gor encama biryara hat girtin diyar dike ku ji 15’ê Kanuna 2016’an ve li ser qedexeya derketina kolanan ji bo temsîla 160 kesan zêdetir 34 serlêdan hatine kirin û ji Tirkiyê jî ji bo vana parastin hatiye xwestin. Her wiha tê aşkerakirin ku dê li ser asasa danişînê demên pêş de biryar bê nivîsanin.    'DÊ CÎHAN HÎN BIBE KU LI CIZÎRÊ ÇI BÛ'   Ji Parêzerên serlêdan kirine Pr. Ramazan Demîr bi van gotinan mijarê nirxand: "Dê hemû Cîhan ev car jî li pêşberî DMME’ê bibîne ku li Cizîrê  çi bû. Ew jî dê bibe rojeke dîrokî.”