Daxwaza hevdîtina malbatan hat redkirin 2018-07-20 19:10:43   STENBOL – Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana daxwaza hevdîtina malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên her sê girtiyên din cara 85’emîn red kir.    Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan ji bo bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtinê pêk bînin û malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş ku di heman girtîgehê de ne bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn.    Serdozgeriyê bersiv da serlêdana malbatan û bi hincetên cuda red kir.   Malbatan ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha 85 caran serî li dozgeriyê dan, lê belê serdozgerî ev bû 85 caran serlêdanê malbatan red dike.