Îdiayên di binçav û girtîgehê de îşkence pêk tên birin Meclîsê 2018-07-20 18:21:19       WAN – Wekîla HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ethem ji ber ku hem di binçav de û hem jî li girtîgehê li 6 endamên malbata Şahîn îşkence hatiye kirin di Meclîsê de pirs ji Wezîrê Dadî Abdulhamît Gul kir.    Parlamentara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Bedîe Ozgokçe Ethem maxduryeta malbata Şahîn a ji ber îşkenceyê veguheste meclîsê. Ethem ji bo ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bibersivînê li ser mijara ‘îşkence li malbatê hatiye kirin’ pirsname pêşkêşî Meclîsê kir. Ethem di pirsnameya da meclîsê de desnîşar kir ku “"Roja 15’ê Tîrmeha 2018’an li Kolana Eres a Taxa Mîthat Bey a Wanê polîs bi ser malek de girt; piştî şerê derket 2 jê zarok bi giştî 8 kes ji malbatê hatin binçavkirin û ji wan 6 kes hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa T ya Wanê; li gor îdiayan li girtîgehê van kesan rastî lêdanê hatin.  Abdulbakî Şahîn (56), Ayfer Şahîn (46), Şehrîban Mamuk (25),  Abdullah Şahîn (18), Dîlan Gorur û Ayhan Şahînê (22) ji ber rastê derb hatin û yek ji wan hestiya porsoyê wî şikistiye, di hin deverên canê wan de morbûn û pelçiqandina derb hatine dîtin rapor hatiye dayîn; Di ketina girtîgehê de lê gerîna tazî pêkhatiye; Abdullah û Ayhan Şahînên ku hatin girtin îdare bi zorê bi wan daşira (tuvaleta) qawîşê û hin beşên din bi zorê dane paqişkirin."    Li ser naveroka van îdiayan Ozgokçe bo ku bên bersivandin van pirsan kir:    “* Li ser îdiayên mijara gotinê lêkolîn hatiye kirin?   * Piştî îdiayên li ser pêkhatinên di bin çav û ketina girtîgehê de qe lêpirsîna edlî dane destpêkirin?   * Ger îdia rastbe, gelo kî ferman da ku van kesan bên derbkirin û hestiya parso ya yek ji wan bê şikindin û li ser laşên wan morbûn û pelçixandin pêk bên?   * Heke îdia rest be gelo hun difikirin ku kesê berpirs di çorçoveya xala Zagona Cezaya Tirk a 95’emîn de ji kar dur bixin?   * Gelo di sala 2018’an de çen kes ji ber, di bin çav de rastî işkenceyê hatine di dozgeriyê de serlêdana sûc kirine?   * Protokola Stenbolê, ji aliyê sazî û dezgeyên girêdayê Wezareta we ve di pratîkê de digirin berçav an na?"