Cara duyemîn êrîşî Goristana Yenîkoyê kirin 2018-07-20 17:13:32   AMED – Li dijî gorên endamên HPG’ê û YPG’ê yên li Goristana Yenîkoya Amedê cara duyemîn êrîş pêk hat. Di êrîşê de wêne û nasnavên li ser kêlan bi boyaxê hat girtin.    Li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezanê ya Amedê gorên endamên HPG’ê û YPG’ê duh bi şev ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve rastî êrîşê hatin. Di êrîşê de wêneyên li ser kêla goran hatin xêzkirin û bi boyaxa reş a sprey hatin boyaxkirin. Her wiha li gel wêneyan nasnavê li ser kêlan jî bi boyaxek spî hat boyaxkirin û hin kêl jî şikandin û avêtin derdorê.    Di 27’ê mijdara 2017’an li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê kêlên gorên endamên HPG’ê û YPG’ê hatin guhertin. Di kanûna 2017’an de jî kesên nasnameya wan nediyar êrîş goran kiribûn û kêlan şikandibûn.